Êrîşkarê bi sator reviya, polîsên 'bi gaz' hînê li cihê xwe ne
Êrîşkarê bi sator reviya, polîsên 'bi gaz' hînê li cihê xwe ne
Êrîşkarê bi sator reviya, polîsên 'bi gaz' hînê li cihê xwe ne
Kesekî di dema berxwedana Parka Gezî de bi sator êrîşî mirovan dikir û dîmênên wî hatin kişandin, bi hinceta gumana "revê tine" ye, hat berdan. Lê belê derket holê ku êrîşkarê bi sator heman piştî serbest berdanê, reviyaye. Polîsên serî li dijwariyê dan û rê li ber mirina mirovan vekirin jî, hînê bêceza li ser wezîfeya xwe ne.
Dadgeriya Tirk, kesê bi navê Sabrî Çelebî yê di dema bûyerên Parka Gezî de li Talîmhaneyê bi satorê êrîş bir ser girseya ji polîsan direviya, bi hinceta "guman nayê kirin ku bireve" serbest berda bû.
Li ser nerazîbûna civakî, Alîkarê Serokwezîr daxuyaniya "Serbestberdana wî bala min kişand" da.
Dozgeriyê jî, du roj piştî berdana êrîşkarê bi sator, li dijî biryara berdanê derketibû. Dadgehê 11'ê Tîrmehê roja Pêncşemê der heqê Çelebî de fermana girtinê derxist.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Çelebî yê "gumana revê jê nedihat kirin" 10'ê Hezîranê roja Çarşemê bi balafira Rêyên Hewayî yên Tirk saet di 16.30 de çûye bajarê Fas Kazablanka.
Ji aliyê din ve polîsên serî li dijwariyê dan û rê li ber mirina mirovan vekirin jî, hînê bêceza li ser wezîfeya xwe ne. Li gorî parêzvanên mafên mirovann ji 27'ê Gulanê û vir ve di çalakiyên Parka Gezî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 8 hezar kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de yên çavê wan kor bûne û travmaya mejî derbas kirine jî hene.