Êrîşkarê bi sator hat berdan

Êrîşkarê bi sator hat berdan

Êrîşkar bi navê Sabrî Çelebî ku bi sator êrîşê çalakgerên Parqa Gezî kir û jê re 27 sal ceza hat xwendin, ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.

Êrîşkarê bi sator Sabrî Çelebî duh êvarê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.  Piştî kar û barên binçavkirinê derxistin  53’emîn Dadgeha Cezaya Giran û Çelebiyê bi 27 sal ceza dihat darizandin hat berdan.

Sabrî Çelebî di dema çalakiyên Parqa Gezî de li Talîmhaneyê di destê wî de sator êrîşê çalakgeran kir û piştî hatibû binçavkirin, hat berdan. Li ser vê yekê cigirê serokwezî Bulent Arinç diyar kiribû ku berdana Çelewî jê re xerîb hatiye.