Êrîşên qirkirinê li Melboûrne hatin şermezarkirin

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîctorya (NAV-KURD), êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kir.

Di çalakiya ku bi beşdariya bi sedan kesî hat lidarxistin de, Seval Ûlûs daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li pêş çavên tevahiya cîhanê, îro li Şirnex û Nisêbînê gefa komkujiyê li hezaran Kurdan tê xwarin. Wekî din, siyasetmedar û aktîvîstên Kurd bûne hedef, li Tirkiyeyê hemû rêyên meşandina siyasetê hhatine girtin. Li Tirkiyeyê atmosfera şer roj bi roj girantir dibe. Ev şer jî pêşî li xeteriyên nû û pêlên koçberiyê yên ber bi Ewropayê ve dike."

Ji Rêxistinbûna Awûstralyayiyên ji bo Kurdstaniyan Profesor John Tûlly, ji radyoya 3CR a li Melbûrne weşanê dike Lalîtha Chellîah, li ser navê Navenda Çanda Anatoliyê Bulent Bektaş û li ser navê Bloka Aştî û Demokrasiyê ya Melboûrneyê Tûran Ertekîn axivîn. Qisekeran polîtîkayên komkujiyê yên li Tirkiyeyê şermezar kirin û diyar kirin, hikûmeta AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcekî mezin ê şer dike.

Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" û "Dest nede vîna min" hatin qîrîn.

...