Êrîşên li Xerabê Bava li Munchenê hatin şermezarkirin

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava, li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava, li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Çalakiya protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê-Sara ve hat organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyê bûn pankarta bi nivîsa "Bes e ji komkujiyên li Kurdistanê re" vekirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin hildan. Li ser navê HDP, NAV-DEM û KNK'ê jî daxuyanî hatin xwendin.

Di çalakiyê de qala êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava hat kirin.