Êrîşên li hemberî Cizîrê li Aachen bi meş û mîtîngekê hatin protestokirin
Êrîşên AKP’ê yên di serî de li Cizîrê li tevayî Kurdistanê li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi girseyî hatin protestokirin.

Di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Aachen de bi tevlîbûna şexsî ya ji PYD, YXK, MLKP û rêxistinên civaka sivîl girseya ji 400 kesî ya saet 17.00’an li ber Navenda Civaka Kurd kom bû, ber bi navenda bajêr Elisenbrunnen meşiya. Di dema meşê de dirûşmên, “PKK gel e, gel li vir e”, “Erdogan ji Kurdistanê bicehime”, “Qatil Erdogan”, “Şehîd namirin” hatin gotin.
Girseya li Elisenbrunnen kom bû, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku berpirsyarê komkujiyê AKP ye. Bang li gelê Kurd hat kirin ku neyên provokasyonan.