Êrîşên çeteyan ên li hemberî welatiyên Kurd berdewam e

Êrîşên çeteyan ên li hemberî welatiyên Kurd berdewam e

Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) di êrîş û revandina kurdan de berdewam e. Hate zanîn hate niha bêtirî 26 welatî hatine revandin. Her wiha 6 welatiyên Kurd li bajaroka Tebqa ya girêdayî bajarê Reqa revandine.

Komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê bi hevkariya hin komên çete yên herêmî li herêma Munbicê ya girêdayî Helebê, ev du roj in welatiyan li ser riyan direvînin, mal û alavên welatiyan talan dikin. Çeteyan dukanên Kurdan li ser riya Cizîrê ku rêya navnetewî ye û dinava Minbicê de derbas dibe, bi temamî talan kirin. Her wiha dest danî ser firneyekê herêmê ku xwediyê wê Kurd de.

Ev du roj in, çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra bi dehan ji welatiyên Kurd revandin û birin cihekî nediyar. Ji kesên hatine revandin û yên heta niha hatine naskirin ev in: "Egîd û Şiyar Mehmûd Xişo, Remezan Xişo, Luqman û Ebdilrezaq Remezan Xişo, Subhî Şêxo, Newroz Subhî Şêxo, Fatme Îsmaîl û herdu keçên wê Jiyan û Eyşan Ehmed, Xelîl Îsmaîl, Şukrî û Îbrahîm Reşo, Bekrî û Ziyad Reşo, Ebdo Ezîz, Yasir Mistefa Silo, Cumaa Betran, Nûrî Elî Betran, Azad Hesen Mamkî (7), Ebdo Bozan, Bozan Kurdî, Hecî Hemî û tevahî malbata wî, herdu bira Ebdilqadir û Mistefa Elî Helaq û dermanfiroş Fewaz Kurdî."

Her wiha çeteyan 6 welatiyên Kurd  yên navê wan nayên zanîn ji bajaroka Tebqa ya girêdayî bajarê Reqa revandine. Çavkaniyên herêmê ragîhandin çeteyên DAIŞ pira li ser ava Firatê Qereqozaq pêşiya welatiyan digrin û direvînin.

Her wiha çeteyan gelek welatiyên Kurd ku ji Cezair vedigeriyan malên xwe li bajarê Cerablus revandin. Ji van kesan ên ku hatine zanîn ev in: Necmedîn Mihemed, Baro Mihemed, Ferzat Mistefa û Henan Mihemed ên ji gundê Îşqan.

Her wiha 5 welatiyên din ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û kesên ji wan jî hatine naskirin Mihemed Nebo yê ji gundê Xanê yê girêdayî Kobanê ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyan êrîşî dibistana seretayî Xesaniyê ya li taxa kurdan ya bajarê Munbicê kirine û 5 keçên kurd ji vir revandine û birin cihekî nediyar û heta niha rewşa wan nediyar e.

Hate ragihandin ku Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî gundê Balî ya dikeve 7 km rojavayê Munbicê kirin û bi dehan gundiyên kurd revandine û malên wan talan kirine.

Komên çete yên DAIŞ'ê rêya di navbera Cerablusê û Kobanê girtine û rê nade welatiyan ku di van rêyan de biçin û bên. Hate gotin ku çeteyan gelek kurd li ser van rêyan revandine û birine cihekî ne diyar.