Li bajarên Berlîn û Hamelnê yên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 17 sermawezê 2016, 07:34
Li bajarên Berlîn û Hamelnê yên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
BERLÎN
Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî HDP'ê li Berlînê dewam dikin. Bi vê armancê, li Checkpoîntê ku gumruka navbera her du Berlînan de nîşan dide û di heman demê de muzeyek ji berhemên ji dema dîwarê Berlînê mane ye, çalakî hate lidarxistin.
Li ser banga NAV-DEM'ê, Kurdistanî saet di 17:00 de li ber deriyê Checkpoînt Charlîe li hev civiyan. Nûnerên Partîzan, ADK, ATÎK jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombeyan dibarîne", "Bijî piştgiriya enternasyonal", "Bes bi Erdogan re hevkariyeke qirêj bikin", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Bijî Serok Apo" û "HDP gel e gel li vir e" hatin qîrîn.
Di dawiya çalakiyê de bang li Kurdistaniyan hat kirin ku roja Înê saet di 11:30 de li Tîergartern Str. beşdarî Nimêja Înê ya Sivîl bibin, ku ji aliyê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ve tê organîzekirin.
HAMELN
Li bajarê Hameln ê li Eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin.
Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hamelnê ve hat organîzekirin, saet di 15:00 de li pêşiya şaredariyê dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyê de dosyayek li ser operasyonên qirkirina siyasî radestî Şaredarê Hamelnê Claûdîo Grîese hat kirin. Grîese di axaftina xwe de, zextên hikûmeta Tirk ên li siyasetmedarên Kurd û rojnamevanan, şermezar kir. Şaredar xwest siyasetmedar û rojnamevanên girtî derhal werin berdan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP" hatin qîrîn.
Li dû meşê, çalakî bi mîtîngekê qediya.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina faşîzma AKP'ê bi meşaleyan meşiyan.
Çalakî li meydana Canebîere dest pê kir. Kurdistaniyan tevî dostên xwe li ber dirûşme û sirûdan heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan.
Di meşê de daxwaza berdana wekîlên HDP'ê, hevşaredar û girtiyên siyasî hat kirin. Hat ragihandin, ku ew ê her roj bi vê daxwazê çalakiyan lidar bixin.