Êrîşên AKP'ê li Ewropayê hatin protestokirin

Êrîşên AKP'ê yên li Cizîrê li gelek bajarên Ewropayê bi girseyî hatin şermezarkirin. Girseyên gel ên li Basel, Parîs, Oslo, Stûttgart û Mannheîmê derketin kolanan, berxwedana li Cizîrê silav kirin û êrîş protesto kirin.

Êrîşên AKP'ê yên li Cizîrê li gelek bajarên Ewropayê bi girseyî hatin şermezarkirin. Girseyên gel ên li Basel, Parîs, Oslo, Stûttgart û Mannheîmê derketin kolanan, berxwedana li Cizîrê silav kirin û êrîş protesto kirin.

BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD), berxwedana li Cizîrê hat silavkirin û êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin. Meşa ku SYKP, MLKP, Komeleya Kurdên Elewî û PYD'ê destek dan, li Dreirosenparkê destpê kir. Li dû meşê li Marktplatzê mîtîngek hat lidarxistin û Kurdan û dostên wan banga "Yekîtiya li dijî faşîzmê" kirin. Di axaftinên li mîtîngê de lenet li qirkirina li Cizîrê hat kirin hat anîn. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

PARÎS: Êrîşên li Cizîrê, li Fete de l'Humanite bi çalakiyeke bi kefen hatin şermezarkirin. Jinên Kurd ên kefenê bi xwîn li xwe kirin, bi dîmenên ji gelê li Cizîrê hat qetilkirin, li tevahiya qada festîvalê geriyan. Di meşa ku bi qasî saetekê dewam kir de bal hat kişandin ser faşîzma AKP li Kurdistanê dimeşîne. Li Fete de l'Humanite ya îro tevahiya rojê li parka Parîs La Coûrneûve dewam dike, wê çalakiyên Kurdan bidome.

OLSO: Li paytexta Norwêc Oslo, duh êvarê li be Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Kurd û dostên wan ên Norwêcî ji bo protestokirina komkujiya li Cizîrê civiyan. Di axaftin û dirûşmeyên li vê derê de komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir hat lenetkirin û bang li hikûmeta Swêdê hat kirin ku li hemberî vê rewşê helwestê nîşan bide. Girseya gel piştî çalakiya li vir ber bi avahiya qenala TV2 a Norwêcê ve meşiya, ket nava avahiyê û li vir çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakgeran ji medya Norwêcê xwestin, ku rewşa li Cizîrê rast nîşan bide. Li ser israra çalakgeran a di çalakiya rûniştinê de, bi redaktorê qenalê re hevdîtinek hat kirin. Çalakgeran raporek li ser rewşa li Cizîrê û Kurdistanê pêşkêşî redaktorê televîzyonê kirin û çalakî bi dawî bû.

STÛTTGART: Platforma HDP'ê ya Stûttgartê, saet di 16:00 de li Laûtenschlagerstrasse ya li bajarê Stûttgartê kom bû û êrîşên li Cizîrê û yên li hemberî HDP'ê şermezar kir. Di mîtîngê de polîsan nehiştin alên KCK'ê werin hilgirtin. Saziyên beşdar bi flama û pankartên xwe beşdarî meşê bûn. Di çalakiya ku zêdeyî 2 hezar kes lê amade bûn de, belavokên bi zimanê Elmanî, Tirkî û Kurdî hatin xwedin. Di axaftinên li vir de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li dijî faşîzma AKP'ê piştgiriyê bidin gelê Kurd. Piştî axaftinan girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan heta Markplatzê meşiya û di axaftinên li vir de jî destek ji berxwedana Cizîrê re hat dayîn.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê ev du roj in çalakiyên Kurdan dewam dikin. Piştî mîtînga pêr a li Paradenplatzê, duh jî li heman cihî bi sedan ciwan kom bûn û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok APo" re meşa nîjadperestên Tirk şermezar kirin. Di aloziyeke demkurt de polîsan 2 ciwan girtin binçavan û piştre berdan.

...