Ergîl: Divê ne bi hestan, divê bi ramanê tevbigerin

Ergîl: Divê ne bi hestan, divê bi ramanê tevbigerin

Ji endamê Komîsyona Aqilmendan Prof. Dr. Dogu Ergîl ji bo pêvajoya çareseriyê got: “Divê ne bi hestan, divê bi ramanan tevbigerin” û da zanîn ku dibe di demeke kurt de li Tirkiyeyê hewayeke erênî çêbibe. Ergîn destnîşan kir ku beşeke ji civaka Tirkan “şerxwaz” e lê, belê ev yek nunertiya kêmariyê (hindikahî) dike.

Ji endamên Komîsyona Aqilmendan endamê Heyeta Anatolyaya Navîn Prof. Dr. Dogu Ergîl derbarê civîna ku di nava xwe de pêk anîn de agahî da ANF’ê.

Ergîl got: “Ya yekem em nizanin kêm biaxivin. Civînên me yên mezin bi taybet bi nunerên saziyên sivîl re tên kirin. Her kes hewl dide ku nîv saetekê bixaxive. Ya duyeîn; em analîz nakin; em di fikra xwecih a ku her tim di serê me de ye israr dikin. Ya sêyemîn: em her tim li ser esasê jiberkirinê diaxivin, ne li ser fikirin.”

'NE HIZIR, BELÊ TIRS DERDIKEVE PÊŞ'

Ergîl da zanîn ku ew di civînan de pêşkariyên kesên beşdar dibin dipirsin û got ku lê ji pêşniyaran zêdetir tirs û fikarên xwe dibêjin û wiha axivî: “Mînak em nêrîn û tevkariya saziyekê ji bo çareseriyê dipirsin, lê mirov tenê fikarên xwe dîtin zimên. Pirsa yekemîn ‘Ger çek bê danîn, dê kîjan reform bên kirin? Tevgera siyasî ya li Tirkiyeyê dê çawa be? Ocalan dê serbest bê berdan? Dê ji bo PKK’ê efû derbikeve? Lê ya rast divê ev pirs herî dawî bên pirsîn.  Em ji vê çi fêm dikin? Ev yek nîşan dide ka çiqas hestyar bûne û çiqas ji siyaseta reel dûr ketine. Ez vana xeter dibînin. "

'TIRKITIYA GEMERDÊR!'

Ergîl binê wê yekê xet kir ku fikara hin Tirkan a bi awayê “welatê me dê parçe bibe” tu feydeyekê nade pêvajoyê û wiha domand. “Tirkiye di warê erdnîgarî de parçe nabe, lê di warê hestan de parçe bûye. Gava em li ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl didin, pirsgirêka Tirk jî derket pêşberê me.” Ergîl tişta ku weke pirsgirêka Tirk bi nav kir, wiha aşere kir: “Pirsgirêka Tirk ya kesên xwe weke xwediyê welêt dibînin û naxwazin bi keseke din re parve bikin, bawer dikin ku wana rejîmê ava kiriye û li vir cih nadin tu kesekedin ji bilî xwe tu kesek din wek hev nabînin. Ango Tirkitiya gemerdêr e.”

Ergîl destnîşan kir ku ger ev pirsgirêka civaka Tirk berdewam bike, gelek zor e ku ev yek rê bide pêkhatina aşitiya civakî û civakeke pir çandî. Ergîl destnîşan kir ku ev beşên ku wiha difikirin kêm in û got: “Kêmar in, lê pir şerxwaz in. Mafê axaftinê nadin kesek din û êrîşkar in.”

'NE YÊN FEDEKARIYÊ DIKIN, YÊN KU FEDEKARIYÊ NAKIN ŞER DERDIXIN'

Prof. Dr. Ergîl bal kişand ku di civînan de nunerên “Kolemeyek a Malbatên Şehîdan” mafê axaftinê girt û got: “Nunerên malbatên şehîdan diaxivin û dibêjin ji bo careke din tu kesek nemire, çi pêwîst be divê bê kirin. Hin kes jî êrîşê vana jî dikin.  Di civînê de ciwanek got ku wî bavê xwe di şer de winda kiriye û xwest sedema çûyina ciwanên li serê çiyê bê lêkolînkirin. Hinek hene şehîd û Tirkitiyê ji xwe re dikin amûr. Mînak MHP û Partiya Karker(Îşçî Partî). Mixabin CHP’yî ji wisa nin. Beşek mezin a CHP’ê destekê dide çareseriyê lê beşek ji baskê netewperest li herêman derdikeve pêşberê me.”

Ergîl bal kişand ku hêvîdariyek çêbûye û got: “Ger em vê kêmarê bidin aliyekê, tu kesek li dijî çareseriyê nîne. Ez bawer dikim ku komîsyon li gelek cihan bersivê dide gelek pirsan û hesta aşitiyê xurttir dike. Mirovên maqultir dikarin bandorê bikin. Ger gava destpêkê bi fikar nêzîk bibin jî, lê bi ya min ji qasî ku hukûmet jî hêvî nedikir zêdetir em rol dileyizin. em ê nêrînên xwe bikin rapor û pêşkêşê hukûmetêbikin.

PÊBAWERÎ

Prof. Dr. Dogu Ergîl îşaret bi wê yekê kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê rol û misyoneke girîng danîne ser milê xwe û got. “Bi ya min piştî vekişînê dê hewayeke pir xwe çêbibe. Ger pevçûn rawestin dê pêvajo jî pir rehet bibe. Dê li Tirkiyeyê reform dest pê bikin.”