Eren Keskîn: Ozgur Gundem wê mîna duh, îro jî bêdeng nebe!

Berpirsyara Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Keskîn diyar kir, rojname rojnameya Apê Mûsa, Ferhat Tepe, Huseyîn Denîzan e û got, "Ozgur Gundemê soz daye wan. Mîna duh wê îro jî bêdeng nebe."

Berpirsyara Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê parêzer Eren Keskîn, ku polîsên rûyê wan bi maske girtî duh avêtin ser mala wê, ji ANF'ê re axivî.

Keskîn a ji ber kar li Amedê bû, li wir pê hesiya ku polîsan avêtiye ser mala wê û danê êvarê bi balafirê hat Stenbolê. Keskîn a ku bi salan ji bo mafên mirovan têkoşiya û bi her awayî zext lê hat kirin, da xuyakirin ku cara yekemîn e tîmên taybet ên rûyê wan bi maske avêtine ser mala wê. Keskîn diyar kir, diya wê ya 85 salî ya nexweşa dil, di dema vê serdegirtinê de gelekî tirsiya ye û got, "Eger ji ber nêrîna mirovan, polîsên bi masek davêje ser malan, wê çaxê li wir demokrasî nîne. Li wir faşîzm heey." Keskîn got, "Ez narevim, ez li vir im" û wiha dewam kir: "Ez bi salan e parêzeriyê dikim. Her roj li edliyeyê me. Dikarîbûn ji bo îfadeyê bang li min bikira. Avêtina ser mala min, tirsandina dayika min a 85 salî tê çi wateyê?"

LI HEMBERÎ HEMÛ MÛXALÎFAN DARBE TÊ KIRIN

Keskîn da zanîn, ku serdegirtina mala wê encameke operasyona li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê ye û ji ber ku wextekê berpirsyara weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê bû, hedef hatiye girtin. Keskîn anî ziman, bi bahaneya operasyonên FETO, hikûmet bi rengekî topyekûn êrîşî hemû mûxalîfan dike û destnîşan kir, ku ev êrîş û zext wê li hemberî kesên îro bêdeng in jî bê kirin. Keskîn bang li her kesî kir, ku bi lez û bez dengê xwe yê ji bo demokrasiyê bilind bikin.

OZGUR GUNDEM WÊ BÊDENG NEBE, WÊ RASTIYAN HER TIM RAGIHÎNE

Keskîn nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê û binçavkirina rojnamevanan da û destnîşan kir, ku Ozgur Gundem mîna duh wê îro jî bêdeng nemîne. Keskîn diyar kir, rojname rojnameya Apê Mûsa, Ferhat Tepe, Huseyîn Denîzan e û got, "Ozgur Gundemê soz daye wan. Mîna duh wê îro jî bêdeng nebe û wê rastiyan her ragihîne."