Eren: HDP partiyeke ciwanan e

Atiye Eren got, "Divê ciwanên Kurd û Tirkiyeyê di avakirina eniya demokrasiyê ya rêxistinbûyî de bi rista pêşengiyê tevbigerin, gel, girse û ciwanan li ser zemînê siyaseta demokratîk bi rêxistin bikin."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Atiye Eren, rola ciwanan a di nava HDP'ê de û kongreya 3. a asayî ya HDP'ê ku wê 11'ê Sibatê pêk were ji ANF'ê re nirxand.

Eren diyar kir ku pêkanînên faşîst ên hikumeta AKP'ê herî zêde bandorê li jiyana civakî ya ciwanan dike û işaret bi pirsgirêkên bêkarî û fikara li ser paşerojê ya ciwanan kir.

Eren destnîşan kir ku li gel van pirsgirêkan, armanca herî mezin a sîstemê ew e ku ciwanên nikarin bi rengekî azad bifikirin, lêkolîn nakin, lê napirsin, ne hilberîner in û serî ranakin biafirîne.

Eren got, "Ji ber ku dixwaze civakê li gorî berjewendiyên xwe destnîşan bike. Dema ku vê dike, giraniyê dide ser ciwanan ji ber ku hêza herî dînamîk a civakê ye."

Eren işaret bi serhildêrî û berxwedêriya Denîz û mahîran, Mazlûm û Kemalan, Ayşe Denîzan û Alî Îsmaîlan kir û got, "Weke Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê em bi biryar in ku vê mîrateya dîrokî bidomînin û ji bo ciwanên ku dixwazin bêhêvî bikin, alternatîfekê biafirînin. Ji ber vê yekê, bi gotina 'Gotin, biryar û erk di destê ciwanan de ye' em dixwazin siyasetê ciwan bikin û bikin ku ciwan di nava hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin. Kokngreya ku wê 11'ê Sibatê were lidarxistin, wê îdîaya 'HDP partiya ciwanan e' xurtir bike."

Atiye Eren di dewama axaftina xwe de ragihand ku hebûna HDP'ê li ser bingeha têkoşîna ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê afiriye û got, "Têkoşîna ciwanan bi hemû destketî, danhevî û berhemên xwe re bûye mîrateya hevpar a têkoşîna me. Danheviya me ya têkoşîna hevpar, ji Denîzan heta Mahîran û Firatan xwe dispêre têkoşîna ciwanan."

Li ser vê bingehê Eren got, "Divê ciwanên Kurd û Tirkiyeyê di avakirina eniya demokrasiyê ya rêxistinbûyî de bi rista pêşengiyê tevbigerin, gel, girse û ciwanan li ser zemînê siyaseta demokratîk bi rêxistin bikin."

Atiye Eren bi berxwedan û têkoşîna hevpar a ciwanan bang li hemû ciwanan kir ku bi ruh, alternatîf û coşa pêvajoyê tevlî kongreya wan a 11'ê Sibatê bibin.