Erdogan wê di berdêla 7 welatiyên Elman de çi bixwaze?

Serdana fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas a ji bo Tirkiyeyê îro dest pê dike. Maas beriya serdanê xwest 7 welatiyên Elman ên girtî bên berdan. Bala her kesî li ser e, bê Maas wê bi Erdogan re ji bo vê yekê bazara çi bike.

Heîko Maas ku meha Adarê bû Wezîrê Karên Derve yê hikumeta nû ya Merkel, wê serdana xwe ya yekemîn a li Tirkiyeyê îro pêk bîne. Maas wê du rojan li Enqere û Stenbolê be. Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirk ve doh bi rengekî surprîz hate ragihandin ku Maas wê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re jî rûnê.

Tê gotin ku Erdogan bi xwe xwestiye pê re hevdîtinê bike. Maas ê ji Partiya Sosyal Demokratan (SPD), beriya niha di dema hikumetên Xiristiyanên Demokrat/Demokratên Sosyal de wezîrê edaletê bû û hingî gelek caran bi dengekî bilind rexneyên xwe li rejîma Erdogan dikir û bang li Tirkiyeyê dikir ku li dewleta hiqûqê vegere. Lewma tê meraqkirin bê Maas bi zimanekî çawa bi Erdogan re biaxive.

GELO LI SER REHÎNEYAN BAZAREKE GEMARÎ TÊ KIRIN?

Maas beriya bi çend rojan ji Medya Elman re axivîbû û bal kişandibû ser rewşa 7 welatiyên Elman ên di destê rejîma Erdogan de dîl girtî ne.

Wezîrê Karên Derve bi rengekî vekirî eşkere kir ku yek ji şertên sereke yên normalbûyîna têkiliyên bi hikumeta Tirk re berdana Elmanên girtî ne. Van gotinên Maas rê li ber gumanên li ser bazareke qirêj a derbarê dîlgirtiyan vekir. Gelo desthilatdariya Erdogan di berdêla berdana 7 welatiyên Elman de wê ji rêveberiya Berlînê çi bixwaze?

Yek ji bijarteyên sereke jî, girankirina zexta dewleta Elman a li ser Kurdên li Elmanyayê ye, mezinkirina siyaseta krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Îhtimaleke din jî ew e ku Erdogan di dema serdana xwe ya 28-29'ê Îlonê de li Elmanyayê karibe bi alîgirên xwe re mîtîng û şovê bike.

Eşkere ye ku her du bijarte jî wê zerarê bide nasnameya hiqûqnasî û sosyal demokrat a Maas. Maas dide xuyakirin ku berevajî lîderên beriya niya yên SPD'ê Gerhard Schroder û Sîgmar Gabrîel xeteke wî ya cuda ya siyasî heye. Lewma tê gotin, eger Maas bi rengekî ku li hiqûqê nayê li dora maseya bazariyê ya bi Erdogan re rûnê, wê ev yek mîna deqeke reş li karyera wî ya siyasî bikeve.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elman ve hate ragihandin, niha 7 welatiyên Elman ji ber sûcên siyasî li Tirkiyeyê girtî ne. Lê belê tê gotin ku ev hejmar zêdetir e. Ji ber ku agahiyên li ser welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê tên destgîrkirin, bi giranî bi derengî ji Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê re tên ragihandin.