Erdogan û Barzanî tên cem hev

Erdogan û Barzanî tên cem hev

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federal Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro tên cem hev.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, îro li Konyayê dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federal Nêçirvan Barzanî qebûl bike. Erdogan her wiha wê bi Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî, Serokê Meclîsa Iraqê Ûsame Nûceyfî û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamê Ekmeleddîn Îhsanoglû re li Dedeman Otelê yek bi yek hevdînê bike.

Hat ragihandin ku Erdogan û Barzanî wê saet di 18:30 de li Dedeman Otelê hevdîtinê bikin.

Balkêşe ku ev hevdîtin li demeke destpêkirina îxracata petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û lihevkirina PKK û PDK'ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, rast hat.