Erdogan û Barzanî li Konya hatin gel hev
Erdogan û Barzanî li Konya hatin gel hev
Erdogan û Barzanî li Konya hatin gel hev
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li gel Serokê Herêma Federala Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li Kongay hetin gel hev.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan îro li gorî saeta herêmî 18:30’an de li Konya bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Neçîrvan Barzanî re rûniştin. Girêdayî hevdîtinê ti daxuyaniyek ne hat kirin.
Lê li gorî çapemeniya Tirk di hevdîtinê de li ser îmzeyên ku ji bo petrola di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibûn avêtin, xebatên dawî pêk anîn.
Ev hevdîtin li rastî destpêkirina îhracata petrolê ji Herêma Kurdistanê bû Tirkiyê û li hevhatina di hevhatinên navbera PKK’ê û PDK’ê Rojavayê Kurdistanê de,hat.
Di hevhatina di navbera PKK’ê û PDK’ê de cardin bi zindîkirina Desteya Bilind Kurd a Rojavayê Kurdistanê û bi tevlîbûna Cenevre-re ji bo heyetekî bi hêz a Kurdan bê şandin dihate nîqaş kirin.
Di navbera Erdogan û Barzanî de di mehekû nîvên dawî de sê caran hevdîtin çêbûn. Di hevdîtina ku di 27’ê Mijdarê li Enqereyê di navbera Neçîrvan Barzanî û Erdogan de hate kirin îmzeyên ji bo xetên boriyên petrol û gaza xwezayî hatibûn avêtin. Di hevdîtina pêş tir jî 31’ê Cotmehê pêk hatibû.