Erdogan: Tiştên ku em jî dizanîn hene!
Erdogan: Tiştên ku em jî dizanîn hene!
Erdogan: Tiştên ku em jî dizanîn hene!
Gefên pêşber yên di navbera AKP’ê û Cemeata Gûlen de berdewam dikin. Gotina Gûlen ya ku “tiştê heya roja îro min negotine ezê bêjim”, Erdogan jî bi gotina “tiştên ku em jî dizanîn hene” bersivand û li dadgehê jî gefa weke “hûn jî gelek ne temîzin” kir.
Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan ku piştî Samsûnê li navçeya Fatsa Orduyê axivî li dadgehê gef kirin û wiha got: “Ger kesek rabe bêje ku ezê tola xwe hilbidim û hinek tiştan li ser rêveberiyê ferz bike ewê zû yan direng hesaba vê bide. Ez ji dadgehê re dibêjim: hûn vane ji rêveberiyê re dibêjin lê hûn jî qirêja di nava xwe de paqij bikin. Hûn jî wisan gelek temîz nînin. Tiştên ku em jî dizanîn hene.”
Erdogan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ez li vir bangî derdorên xwedî sermaye dikim. Hûn vala dileyizin. Hûnê winda bikin. Ez bang li çapemeniyê dikim. Hûnê winda bikin. Hindir û dervey vê tezgahê têkelî hev bû êdî, xirabî ji derveye. Yên ku dewleta parelel dixwazin xwe xistine nava dewletê. Dixwazin sûîkasta xistinê bikin.”
Erdogan di axaftina xwe ya Ûnyeyê de bal kişande ser sergotarekî ku di rojnameya Zaman girêdayî Cemaetê weşan dike ku weke “Li Îspanya polîsan di ser partiya desthilatdar de girt” weşandî nerazîbûn nîşa da û wiha got: “E çi çêbû? Ji xwe dema ku vê sergotarê di avêjî hinek bi pîvan be. Ev bi vî awayî nayê dayîn. Ger polîs bê partiya desthilatdar bixwe dibin destê xwe de rêbazekî vêna heye. Ji ber ku rojnameya ev sergotar avêtiye zihniyeta wê eve, ji serda girtinan diçin serdegirtinan, ji ber wê jî dihesibînin ku Partiya AK’ê jî wê li hemberî rewşekî wiha were.”