Erdogan rakirina destnedanan erê kir
"Pêşnûmeya derbeyê" ya ku HDP'ê hedef digire û "destnedana parlamenteran" radike, piştî guhertina Destûra Bingehîn ji hêla Serokkomar Tirk Erdogan ve hat qebûlkirin.
"Pêşnûmeya derbeyê" ya ku HDP'ê hedef digire û "destnedana parlamenteran" radike, piştî guhertina Destûra Bingehîn ji hêla Serokkomar Tirk Erdogan ve hat qebûlkirin.
"Pêşnûmeya derbeyê" ya ku li ser daxwaza Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hat rojevê û ji bo destnedana wekîlên HDP'ê bê rakirin ji hêla AKP'ê û partiyên wekî CHP û MHP'ê ve ji meclisê hat derbaskirin, ji hêla Erdogan ve hat qebûlkirin.
Der barê 138 wekîlan de bi giştî 667 dosya hatine amadekirin, ji van 405 jê yên HDP'ê ne.
Guhertin ji hêla Erdogan ve hat erêkirin, wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û guhertin bikeve meriyetê.
Bi dawîbûna pêvajoyê re wekîlên der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin, wê dozger destnedana hin wekîlan rake û fezlekeyan amede bike û bişîne serokwezîrtiyê. Piştî ev fezleke ji hêla Serokwezîrtî û Wezîrê Edaletê ve hat nirxandin, wê bişîne TBMM'ê.