Erdogan peyam ji Kongreya HDP'ê re şand

Erdogan peyam ji Kongreya HDP'ê re şand

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan peyamek ji Kongreya Awerte ya HDP'ê re şand û beşdar silav kir.

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ku ji bo kongreya HDP'ê ya îro li Enqerê tê lidarxistin hat vexwendin, bi telgrafê peyam şand ji kongreyê re.

Peyama Erdogan wiha ye: "Ji ber vexwendînameya we ya nazîk a ji bo Kongreya Awerte ya Partiya Demokrartîk a Gelan, ez spas dikim. Hêvîdarim dê xebatên we yên kongreyê di nava yekitî û di gel hev de pêk were, biryarên werin girtin ji bo partiya we û jiyana siyasî ya Tirk xêrê bîne û hemû beşdaran silav dikim."