Erdogan li Tinûsê hate protesto kirin

Erdogan li Tinûsê hate protesto kirin

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Tinûsê hate protesto kirin. Komek ya ciwanên Tinûsî ji ber Parka Gezî çalakî pêkanîn û sloganên “Bicehneme Erdogan” qîriyan.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Bakûrê Efrîqayê li Tinûsê bi protestoya Parka Gezî hate pêşwazî kirin.

Komek ciwanên Tinûsî di ketina navenda kongreyê ku dê Foruma Kar ya Tirkiye-Tinûs hatiba kirin kombûn, piştgirî dan çalakvanên Parka Gezî ya Taksîmê.

Bi tirkî sloganên “xwe hilavêje Erdogan, bi cehneme Tayyîp” qîriyan, her wiha di nava komê de ciwanek Tirkiyeyî yê nûnertiya alîgirên koma Çarş ya Beşîktaşê dikir jî hate dîtin.