Erdogan li SÎHA’yan û li  komkujiyên wan xwedî derket

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li dijî helwestên ku dijî amûrê bi çek ên hewayî yên bê mirov (SÎHA) hatin nîşandan li SÎHA’yan xwedî derket û got heta dawiyê wê werin bikaranîn.

Erdogan li kampa Afyonkarahîsarê ya partiya xwe derbarê helwesta li dijî SÎHA’yan axivî.

Erdogan got, ‘’muxalefeta sereke jî di nav de derbarê SÎHA’yan tê axaftin’.

Erdogan kuştina mirovên sivîl parast û got, ‘dibêjin çûne pîknîkê’ e mê li wan çiyayan bikevine hêlîna wan.’’

Erdogan got, ‘’Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bibin. Dema ku li hundir û li derve kî li dijî welatê me gef be em ê nebêjin, ‘bixêr hatî’. Em ê di cihê wan de bi ser wan de bigirin. Me gavên vê avêtin, em davêjin.’’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 22’yê Îlonê bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser ku bi dehan sivîl bi SÎHA’yan hatine kuştin.

KCD’ê gotibû, ‘’Bi balafirên şer û bi SÎHA’yan ku ji hêla zavayê Erdogan Bayraktar ve têne çêkirin li Kurdistanê li dijî sivîlan gelek bombeyan bi kar tînin. Di encama van bombekirinan de di serî de  Lice û Colemêrg li gelek deveran bi dehan mirovên me yên sivîl hatine kuştin.

Erdogan di kampa AKP’ê de her wiha dîsa gef li Başûrê Kurdistanê xwar û got: ‘’Ez vekirî dibêjim, heke bi vê hişmendiyê biçî  tiştekî bi dest naxe. Tenê tiştek heye ku tu bikî, vegere cihê berê. Heke venegerî, li wir tu yê mehkûmî tenêtiyê bibî û hemû derfetên di dest xwe de ji dest bidî.’’

ERDOGAN QEBÛL KIR KU NÎJATPEREST E

Erdogan nîjatperestiya xwe jî  qebûl kir. Erdogan wiha got: ‘’Heke gotina yek welat nîjatperestî be, rast e, em wih ane. Heke gotina yek ala nîjatperestî be rast e em wiha ne. Heke gotina yek dewlet nîjatperestî be rast e em wiha ne.’’

Weke ku tê zanîn Erdogan gelek caran li gorî rewşê, li gorî berjewendiyên xwe gotibû ew ne nîjatperest in, nîjatperestiyê nakin, wan nîjanperestî kirine bin piyê xwe û hwd.