Erdogan li Idlibê bikaribe terorîstên xwe ji hev veqetîne?

Li gorî Serokê Navenda Lêkolîna Trendên Stratejîk Îvan Konovalov, a Rûsî li Idlibê Tirkiye ''Hema bibêje ne pêkan e ku bikaribe muxalîf û terorîstan ji hev veqetîne''.

Stratejîstê leşkerî Îvan Konovalov ku ji Dengê Amerîkayê re axivî, li gel civîna 7'ê Îlonê ya di navbeyna Tirkiye, Îran û Rûsyayê de, ku civîn li Tehranê pêk hatibû, dubendiya wan didome.
Konovalov got, ''Di navbeyna  Rûsya, Îran û Tirkiyê de li ser Sûriyê û Idlibê fikrên wan cuda ne''.

Konolavov got têkiliya herî bi problem a di navbeyna Rûsya û Îranê de Tİrkiye ye û domand, ''Ji ber ku berjewendiyeke mezin a Tirkiyê li Idlibê heye. Niha Enqere hewl dide terorîst û muxalîfên li Idlibê ji hev veqetîne lê ev ne wiha rehet e. Biya min ne pêkan e.''


Li gorî stratejîstê leşkerî pirsa 'kî terorîst e' li gorî polîtîkaya derve ya weletan û nêzîkatiya li meseleya Sûriyê diguhere û got, ''Mînak hewl didin  OSO ya ku li dijî artêşa yasayî (artêşa Sûriyê) û li dijî hikûmetê şer dikin, bi rengê muxalîfan nîşan bidin.''

Konovalov got, ''Lê ji bo Şamê ev şîlo ye, ji ber ku yên di vê komê de gelek caran ji komekê veqetiyan û tevlî komeke dî bûn. Hema bibêje ne pêkan e ku mirov zanibe  bê ka li kîjan alî şer dikin.''