Erdogan kujerekî din ji girtîgehê derxist
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi hinceta ku ‘her dem nexweş e’ cezayê Hayrettîn Gul rakir. Di doza Qetlîama Sêwasê de cezayê muebeta girankirî li Hayrettîn Gul hatibû birîn.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi hinceta ku ‘her dem nexweş e’ cezayê Hayrettîn Gul rakir. Di doza Qetlîama Sêwasê de cezayê muebeta girankirî li Hayrettîn Gul hatibû birîn.
Li Sêwasê di 2’ê Tîrmeha 1993’an de 33 kes bi hovane hatibûn şewitandin û qetilkirin. Di vê dozê de cezayê darvekirinê li Hayrettîn Gul hatibû birîn û piştre ceza veguherandibûn muebeta girankirî.
Serokkomarê Tirk Erdogan bi hinceta ku ‘her dem nexweş e’ cezayê Gul rakir. Bi îmzeya Erdogan biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Erdogan di 31’ê Çileya 2020’an de cezayê Ahmet Tûran Kiliç rakiribû. Di doza Qetlîama Sêwasê de cezayê muebeta girankirî li Ahmet Tûran Kiliç hatibû birîn.