Erdogan hewl dide helbesta Bohmermann bi temamî qedexe bike

Dîktatorê Qesrê Erdogan dest ji hewldanên xwe yên bêdengkirina çapemenî û hunermendên li Elmanyayê bernade.

Hate hînbûn ku parêzerên Erdogan ji bo helbesta Jan Bohmermann bi temamî bê qedexekirin serlêdan kirine.

Li gor nûçeya Spîegel Onlîne, Parêzerê Erdogan ê Elman Michael-Hubertus von Sprenger serlêdanek nû li Dadgeha Asliye ya Hambûrgê kiriye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku heman dadgehê berê jî biryar dabû ku tevdîra bi îhtiyat li ser beşek helbesta Jan Bohmermann a der heqê Erdogan de bê danîn, niha serlêdan hatiye kirin ku helbest bi temamî bê qedexekirin.

Tê texmînkirin ku parêzerên Erdogan bi vê serlêdanê ve hewl didin pêşî li rakirina biryara îhtiyatê ya ku berê li ser beşek helbestê hatibû danîn, bigire.