Erdogan hate vederkirin

Erdogan piştî civîna G20 ya li Elmanyayê, ji Elmanyayê derket. Nehiştin ku Erdogan ji xeynî civînê beşdarî tu çalakiyê bibe. Ji bo Erdogan merasîma şandinê li dar neket û beşdarî girtina wêneyê G20’yê jî nebû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di civîna lîderan a G20'ê de, ya ku În û Şemiyê li Elmanya Hambûrgê pêk hatî û bi pankarta 'Ne bi xweşî hatî dîktator' hatî pêşwazîkirin, çawa ku civîn qediya, bi bayê bezê li Tirkiyê vegeriya.

Ji ber hatina Erdogan alîgirên wî dixwestin li gelek bajaran çalakiyan li bar bixin lê ji ber ku destûr nehate dayîn Erdogan xwestibû ku biçe sefaretxaneya Tirkan a li Hambûrgê. Lê rayedarên Elmanyayê destûr nedan vê yekê û Erdogan di dema civînê de ji di navbera otêl û navenda fûarê çû û hat.

ERDOGAN QEDEXEKIRIN ÎTÎRAF KIR

Erdogan beriya ku vegere Tirkiyeyê ji çapemeniyê re axivî û hêrsa xwe ya li hemberî hikumeta Elmanyayê îfade kir. Erdogan bi vî awayî qala qedexekirinên li ser xwe kir:

“Nehiştin ez li eywanekê civînekê li dar bixim. Ev wekî bûmerangê wê li wan bikeve. Nehiştin ez bi telekonferansê jî biaxivim.”

BEŞDARÎ GIRTINA WÊNE NEBÛ

Piştî civîna G20 bi serok û hevjînên welatên ku beşdarî civînê bûne wêneyekî malbatî hate girtin. Lê Erdogan û hevjîna wî beşdarî vî tiştî nebûn.

Di heman demê de Erdogan beşdarî çalakiya muzîkê û şîva êvarî ya bi serokan re jî nebû.

MERKEL: ALOZIYA ME YA BI ERDOGAN RE DIDOME

Serokwezîra Elmanyayê Merkel di dawiya civîna G20 de civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku aloziya wan a bi Erdogan re didome. Merkel got ku, “Di hevdîtina me ya bi wî re me dît ku fikrên me ji hev cihê ne û em nikarin êdî vî tiştî veşêrin.”

Merkel bal kişand ser girtinên saleke dawîn, qedexekirina serdana baregeha Încîrlîkê ya ji parlementerên Elmanyayê.

ERDOGAN ÇÛ ZAGONA WÎ MA

Hikumeta Federal di serê Tîrmehê de ev zagon qebûl kiribû ku siyasetmedarên biyanî bi destûrê karibin li Elmanyayê mîtîngan li dar bixin. Di raya giştî de ji vê zagona re gotin “Zagona Erdogan” û beriya civîna G20 ev zagon ketibû meriyetê.

Alîgirên Erdogan dixwestin li Elmanyayê bi beşdariya Erdogan şoveke siyasî bikin û ji ber vê jî hewl dan ku li sefaretxaneyan çalakiyan li dar bixin.