Erdogan hate şermezarkirin: Nebixêr hatî Cinêvê!

Serokkomarê Tirk Erdogan ku ji gelek komkujiyên li ser Rojava bepirsê sereke ye û li Cinêvê hatibû ezimandin, ji hêla Kurdan û dostên wan ve hate şermezarkirin. Çalakgerna gotin,''Cihê kujeran li Cinêvê nîne''.

Erdogan ê ku li Cinêvê, li Forûma Penaberan a Global a 1'ê ya li Ofîsa Cinêvê ya NY'yê ya bi pêşengiya Komîseriya Bilind a Neteewyên Yekbûyî  (UNHCR) hatî ezimandin ji hêla Kurdan û dostên wan ve hate şermezarkirin. Ciwanên Swîsrî jî di çalakiyê de hazir bûn û destek dan.

Bi sedan kesê ku li ber Ofîsa Cinêvê ya NY'yê civiyan ezimandina Erdogan a li Cinêvê şermezar kirin. Çalakgeran di serî de NY peywira rastîn a hêzên navnetewî bi bîra wan xistin.

Çalekgeran wêneyên zarokên ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk şehîd bûne rakirin, bi dowîzên , ''Kujer Erdogan, Erdogan tun nebixêr hatî'', ''Hîtler Erdogan'',Erdogan  dikuje, cîhan dinere'' rakirin, bi dirûşmeyan xwestin ku Erdogan were darizandin.

Ji ber çalakiyê deriyê sereke yê  NY'yê ji hêla polîsan ve hate girtin, li cihê çalakiyê gelek tevdîrên jidandin ji hêla polîsan ve hatin danîn.

'HÛN DIBINE HEVKARÊ KOMKUJIOYAN'

Çalakgeran li ser ezimandina Erdogan a li Cinêvê helwesteke tund nîşan dan, destnîşan kirin yek ji kesê serekê ku krîza penaberan çêkirî Erdogan e û dengê xwe li NY'yê û civaka navnetewî kirin. 

Çalakgeran bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur-Rojihlatê Sûriyê û gotin, ezimandina Erodgan a li Cinêvê tê maneya, ''hevkariya li komkujiyan''.

SAGLAM: ÊN KU DIVÊ WERIN DARIZANDIN LI SER NAVÊ PENABERAN NIKARIN BIAXIVIN

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cinêvê Salih Saglam jî got, ''Erdogan ê ku diviya îro ji ber komkujiyên ku kirî bihata darizandin li ser navê penaberan diaxive. Ev rewş heqerateke li dijî Kurdan e û tê maneya hevkariya sûcên li dijî Kurdan.''

KOÇ: EM Ê KUJERAN DEŞÎFRE BIKIN

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî got, ''Em ê ti carî qebûl nekin ku kujerê zarokan li vir were ezimandin. Ên ku divê hesab ji komkujiyan bipirsin, li ser navê penaberan Erdogan li Cinêvê diezimînin. Em, ango gel vê rewşê qebûl nakin û li her deverê em ê kujeran deşîfre bikin.''

CIWAÊN SWÎSRÎ: EV BAJAR Ê ME YE, KARÊ KUJERAN LI VIR NÎNE

Komên Swîsrî yên alternatîf û Komîteya Rojava ya Cinêvê jî axaftin kirin, peyama piştevaniya li gelê Kurd û Rojava dan, ezimandina Erdogan a li Cinêvê bi zimanekî tund hate rexnekirin. Komên alternatîf gotin li Rojava şerê mirovahiyê tê kirin,divê kujer, sûcdarên şer û kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine li Cinêvê neyên ezimandin. Organîzasyonên Swîsrî gotin, ''Ev bajar ê me ye, ji bo sûcdaran û kujeran cih nîne.''

Herî dawî bi Fransî daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin, sûcên Erdogan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate destnîşankirin û hate xwestin ku Erdogan were darizandin.

Di daxuyaniyê de bang li NY'yê û civaka navnetewî hate kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk tevbigerin.