Erdogan fermana êrişê da: Êdî qediya, xweragirtin nîne!

Erdogan fermana êrişê da: Êdî qediya, xweragirtin nîne!

Gava Serokwezîr Erdogan di civîna koma partiya xwe de diaxivî, polêsên "wî" li Taksîmê êriş kirin. Erdogan ê digot, "Li qisûrê nenêrin ev Tayyîp naguhere" di dewama axaftina xwe de got, "Ev kar êdî qediyaye, Ji niha û pê ve xweragirtin nîne."

Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de li pêşberî "komeke çepikan dixist" axivî û diyar kir ku diviyabû polêsan ji destpêkê ve destûr nedabûya.

Erdogan got, "Dibêjin Serokwezîr rewşê tengezar dike, Serokwezîr gelekî hişk e. Wê çi bibe? Emê biçin li pêşberî wan çongê xwe bitewînin û bêjin ji kerema xwe re van paçikan deynin? Emê bêjin, van wêneyên endamên rêxistina terorê deynin?"

DIVIYABÛ POLÊSAN JI DESTPÊKÊ VE DESTÛR NEDABÛYA!

Erdogan îddîa kir ku diviyabû polêsên bû sedema kuştina sê kesan û birîndarbûna bi hezaran kesan, ji destpêkê ve destûr nedabûyan û got, "Yaw vana çawa dikarin bikevin nava saziya dewletê? Çawa destûr ji wan re tê dayîn wan paçikan li wê derê daliqînin? Çawa destûr hat dayîn, wan wêneyên lîderê rêxistinê li wir daliqînin?"

Erdogan weha dewma kir: "Gava em li hemberî van diaxivin, dibêjin Serokwezîr gelekî tund diaxive. Eger hûn ji vê re dibêjin tund û hişt, li qisûrê nenêrin, ev Tayyip Erdogan naguhere."

HEQARETA "PAÇIK"

Erdogan got, "Ez ji wezîrê xwe, waliyê xwe, mudurê xwe yê emniyetê re spas dikim, ji ber operasyona wan a vê sibê. Ji Navenda Çanda Ataturk, ew paçik hemû hatin daxistin. Her weha peyker. We hemû paçikên li ser peyker dîtin. Dilê min dixwest, îro brîfîngê bide. Min dîmenekî ji 20 deqeyan amade kir. Emê vana pêşkêş bikin, wê rewşê bi van dîmenan dixwestim nîşan bidim."

Erdogan bi van gotinan axaftina xwe dewam kir: "Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve, ev biryardarî wê ji bo Qada Taksîmê ji bo Parqa Gezî dewam bike. Ez vana dibêjim, bila li qisûrê nenêrin, Parqa Gezî mîna navê wê li ser e, ne qadeke dagirkeriyê ye."

ERDOGAN BANGA REFGIRTINÊ KIR

Erdogan bang li medya, rêxistinên civakî yên sivîl û komên sermiyanê kir ku refên xwe diyar bikin û got, "Bûyerên diqewimin, ji bo Tirkiyê, ji bo dost û djiminê Tirkiyê ezmûneke zelal e. Ji bo medya, rêxistinên civakî yên sivîl, komên sermiyanê ezmûneke zelal e. Diyar bûye ku kî li ku derê ye, ji bo demokrasiya li Tirkiyê li ku derê cih digire."

Erdogan got, "Ez li vê derê dixwazim ji dost û dijminan re vê îlan bikim" û bûyerê diqewimin bi demên Menderes û Erbakan re têkilî danî û îddîa kir ku ev yek komployek li hemberî wî ye. Erdogan got, "Hilweşandina hukûmetên hilbijartî, feraseteke dema bihurî ye. Vî gelî 27'ê Gulanê, Menderes, Ozal, 28'ê Sibatê, Necmettîn Erbakan ji bîr nekir, ji bîr nake."

BANG LI HILBIJÊRÊN XWE KIR KU DAKEVIN KOLANAN

Erdogan piştî ku got, "Me ji sedî 50 dernexist pêşberî ti kesî, em dernaxin" û bang li hilbijêrên xwe kir ku dakevin kolanan. Erdogan got, "Dawiya vê hefteyê saet di 17.00 de înşalleh emê li Sîncana Enqerê mîtîngeke mezin lidar bixin. Dîsa bi heman rengî emê roja Yekşemê jî saet di 17.30'an de mîtîngek mezin lidar bixin."

GEF XWAR: EMÊ HERTIM BIKEVIN DÛ WAN

Erdogan ev gef jî xwar: "Bi tenê bidawîkirina van bûyeran ne bes e, emê hertim di çarçoveya huqûqê de bikevin dû van terorîstan. Tişta ku kiriye li gel ti kesî kar namîne. Yên ku gotin ji polêsên me re gotine, yên ku polêsê me kuştiye, ewê van tiştan li gel wan nehêlin."

ÊDÎ QEDIYA, XWERAGIRTIN NÎNE!

Erdogan got, "Ji bo kesên vî karî terorîze dikin û dixwazin dewam bikin, ez ji wan re dibêjim êdî ev kar qediyaye. Ji niha û pê ve xweragirtin tineye."

POLÊSÊN ERDOGAN DEST BI ÊRIŞÊ KIRIN

Gava ku Erdogan ev daxuyanî dida, polêsan careke din êrişî Taksîmê kirin. Bi dehan birîndar hene. Polêsan bi bombeyên gazê êrişî avahiya partiyê ya SDP'ê kir, 150 kes birîndar in. Li qadê jî, polêsan li ber çavê rojnamevanan guleya plastîk ji nêz ve berdan lingê ciwanekî û ew birîndar kirin.

Pevçûnên li qadê dewam dikin.