Erdogan:Emê hilweşînin û tiştên xweş çêbikin
Erdogan:Emê hilweşînin û tiştên xweş çêbikin
Erdogan:Emê hilweşînin û tiştên xweş çêbikin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdgoan di serdana xwe ya Tunusê de der barê çalakiyên berxwedana Parqa Gezî de axivî di helwesta xwe ya ‘hilweşandinê’ domand. Erdogan yên ku hestiyara wan ya a hawirdorê heye cuda girt û çalakgerên din daxwazên wan ji nedîtîve hat. Erdogan ji ber şîdeta polîs jî lêborîn nexwest.
Erdogan di civîna hevkariya Stratekîj ya Bilind a 2’emîn ya Tunus-Tirkiyeyê de axivî û got: “Min berê jî gotibû. Ez welatiyên li dijî hawirdorê ne cuda digirim. Lê yên ku li wir tevli bûyerên terorê bûne hene.
Erdogan got: “Wek tê zanîn li hemberî seferatxaneya Amerîkayê êrîş bû. Ew endamên rêxistinên terorê niha li wirin. Em wan dizanin, yên ku pêk anîne dizanin. Niyeta kesên ji bo hawirdorê têdikoşin jî xerab bikartînin. Em wek hikûm di salên dawî de daran diçînin.” Erdogan her wiha projeya Parqa Gezî jî pesnê wê da.
Erdogan wiha got: “Projeya me ya Taksîmê projeyek dîrokiye. Ev proje dê bo Stenbolê gelek xweş be. Ev prje dê bibe avahiya mezin operayê. Dê navendek gelek bi hêz be.
Erdogan lêborînek jî der barê bûyeran de nexwest û got: “Met iştên hewce bû gotin.Hun nekarin me bişopînin. Me xemginiya xwe anî ziman. em wan teyîd dikin.”