Erdogan: Em ji hin daxwazên siyasî yên Ocalan re dibêjin na
Erdogan: Em ji hin daxwazên siyasî yên Ocalan re dibêjin na
Erdogan: Em ji hin daxwazên siyasî yên Ocalan re dibêjin na
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ji bo peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihre hin şertên siyasî hene û got: “ Em ji hin daxwazên siyasî yên Ocalan re dibêjin na. Em nikarin kesên yên li çiyê hembêz kirine bişînin Îmraliyê. Em nikarin kesên ku bi peyamên xwe yên heta niha derbe li hesasiyetên vî welatî dane bikin navbeynkar.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê derbarê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin de daxuyanî da. Erdogan diyar kir ku ji bo Ocalan got ku ji bo peyamên wî bên ragihandin, hin daxwazên wî yên siyasî hene.
Erdogan got: “Em pêvajoya ku me daye destpêkirin, li gorî şertan didomînin. Pêvajo naxetime. Niha di pêvajoyê de MÎT heye û dewletê ew peywirdar kiriye. Her wiha, hin daxwazên Îmraliyê hene, dixwaze peyaman bi rêya hin kesên pêbawer peyamên xwe bişîne hin cihan. Lê em ji hin daxwazên siyasî yên Ocalan re dibêjin na. Em nikarin kesên ku bi peyamên xwe yên heta niha derbe li hesasiyetên vî welatî dane bikin navbeynkar. Ji bo Wezareta Dadê serlêdan çêdbin. Ger guncaw bibîne dê destûrê bide.”