Erdogan: Divê demildest CHP daxuyaniyek zelal bide
Erdogan: Divê demildest CHP daxuyaniyek zelal bide
Erdogan: Divê demildest CHP daxuyaniyek zelal bide
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir ku li Hatayê rojnamegerekî ku nêzî CHP’ê ye ji ber sûcê ‘sîxurtiyê’ hatiye girtinû got: “Xizmê parlamenterê CHP’ê di nava vê lîstika tarî de cih girt.” Erdogan xwest demildest CHP der barê ve daxuyanyek bide û banga îstîfayê li Kiliçdaroglu kir.
Di 11’ê Gulanê di de di êrîşa Reyhanli de 52 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de barê êrîşê de sûcdariyên mezin li hember CHP’ê kir û got di dsetê teşkîlata îstîxbarata min de belge hene.
Erdogan wihagot: “Piştî êrîşa li Reyhanli, li hemberî me û hikûmeta me kampanyay reşkirinê hat destpêkirin. Di serî de CHP’ê hewldanên tahrîkê dan destpêkirin. Ne li Reyhanli û ne jî li Hatayê wekê ku muxalefet û hikûmetê îdai kir atmosferek tune bû.”
TÊKILIYÊN WÎ YÊN BI CHP’Ê RE HATIYE DESTPÎTKIRIN
Erdogan wiha got: “Li Hatayê hewldanên tahrîkê yên giran û bi xeter hene. Em van diznain û dişopînin. Ev lîstik ji derveyê Tirkiyeyê tê plankirin. Bi alîkariyên li Tirkiyeyê tê organîzekirin. Li Hatayê hinek kesên bi kilixê rojnameger, bazirgan û karsaziyê ku îxanetê li dewletê dikin hatine tespîtkirin. Têkiliya van kesan a bi CHP’ê re hatiye tespîtkirin. Nûnrekî rojnamê yên Hateyê ku bi nêzîkatiya xwe ya CHP’ê tê zanîn ji sûcê sîxurtiyê hat girtin.
Me ne li Sûriyeyê û ne j îli cîhanê bi awayekî etnîkî û mezhebî li bûyerê nenêrî. Em tu carî bi awayekî etnîkî cudahî nekir. Di dîroka komara Tirkiyeyê de tu partiyeke siyasî bi vî awayî neketiya karên wisa qirêj û tarî.”
DIVÊ KILIÇDAROGLU ÎSTÎFA BIKE
Di berdewamiya axaftinê de wiha hat gotin: “Di dema dawî de du heyet ji CHP’ê çûn Sûriyê. Bi Esedê dest bi xwîn re hevdîtin kirin. Bêyî ku şerm bikin wêne kişandin û weşandin. Di meha gulanê de hem bo êrîşa Reyhanli û hem jî bo êrîşên din operasyon pêk anîn. Ev çalakî ji aliyê kesekî bi qilixê karsazekî li Suriyeyê hat kirin. Bavê wî jî nêzî Hafiz Esed bû. Mixabin welatiyên TC yên li Hatayê jî bikaranîn. Nûnerên rojnameyê yê Hatayê yê nêzî CHP’ê û xizmê parlamenterê CHP’ê jî di vê lîstikê de cih girt.
Serokê giştî yê CHP’ê û hinek hevalên wî heta dawiyê ketine çamurê. Divê demildest der barê vê bûyerê de daxuyaniyek zelal bidin. Heta û heta divê serokê giştî yê CHP’ê bi hevalên xwe re îstîfa bike.”