Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê
Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê
Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê
Zanistê siyasî yê ji Misrê Hamîd Abdul Samed îmze avêt analîzeke ku li Tirkiyeyê jî pir kêm tê dîtin û di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Sultanê tenê yê di Qesra hezar odeyî de’ paşeroj û pêşeroja Erdogan nirxand. Samed ku di heman demê de xwediyê gotara ser navê ‘Faşîzma Îslamî- analîzek’ e, bal dikişîne ser rolên qehremeniya Erdogan li dijî rojava û Mislimanan dilîze.
Samed got ku Erdogan ciwanên Tirk ên Ewropayê bi nefreta-rojava jehrî dike û got ku li Rojava ji bilî çend kesên bi koka xwe Tirk û kesên demokrasiya Îslamî ya nerm diparêzin alîgir nemane.
Samed da zanîn ku Erdogan dibêje ‘Mislimanan Amerîka dîtiye’ û ‘Jin û mêr ne wekhev e’ û ew li dijî vê matmayî mane û wiha berdewam kir: “Erdogan ne Kaddafiyê Tirk e. Li pişt van hemû teoriyên hin hesab hene. Îdîayên bi vî rengî yên Erdogan li rojava bi qerfî tê pêşwazîkirin. Li gorî Erdogan cihê jinê ‘mutbex e’ lê vê di malbata xwe de pêk nayîne. Her du keçên xwe şand Amerîkayê ji bo xwendinê, yek jî di nava AKP’ê de karekî girîng dike.”
FILISTIN NE XEMA WÎ YE
Nivîskar da zanîn ku Erdogan bi gotinên xwe yên dij Îsraîlê hewl dide ku Mislimanan qezenc bike û got: “Di rastiyê de Filistin, Erdogan qet eleqedar nake. Ger wisa bûna 600 mîlyon eruoyê ku dida Qesra Mamut wê bidana avakirina Xazzeyê.
YE TI CAR NEXWEST
Samet wiha berdewam kir: “Erdogan êdî guh nade bertekên rojava. Bi rastî ti car endamtiya YE’yê nexwest. Ti carî nexwest ku bi awayekî fermî bibe parçeyê rojava. Berevajî vê dixwaze împaratoriyek panîslamîst bi rê ve bibe. Forma modern a xalîfetiya Îslamî xeyal dikir. Qanûnên YE’yê tenê ji bo ku generalên Kemalîst ji hêzê bixîne bikar anîn. Erdogan di salên 90’î de têkçûna xoceyê xwe Necmettîn Erbakan bi çavê xwe dît.
Li şûna ku saziya piştguh bike, tercîha ku bikeve saziyan kir. Maskeya referoma demokrat hildigire, di pêşiya kapîtalîzma turboyê de hesp dibezîne û ne tenê li rojava, li gelek welatên Ereb jî wek mînak dihat dîtin. ‘Îslama nerme’ û ‘modela Tirk’ bi vî awayî bû efsane.
Piştî serokwezîr hat hilbijartin şûnde ket saziyên sereke yên welat û bi vê re çewisandina leşkerî bi ser xist û helwesta wî ya otorîter, emperyalîst û dij-rojava zêdetir diyar bû.
JI MODELTIYA JI BO EREBAN DERBASÎ LÎDERÊ NAYÊ HEZKIRIN BÛ
Erdogan di Bihara Ereban a 2011’an de wekê ku ‘muktedîrê her tiştî ye’ xwe nîşan da û bi axaftinên xwe yên der barê lîderê Misirê Husnu Mubarek de ji aliyê girseyên Ereb ve îtîbar qezenç kir.
Erdogan bi piştgiriya xwe ya ji bo Misir, Lîbya, Sûriye û welatên din ji siyasetmedarekî wêdetir wek ‘Mîlîtanekî’ bû. Piştre hat dîtin ku hesabên wî jî nagirin. Partiyên ku li Misir, Libya, Tunusê piştgirî didanê di hilbijartinan de winda kirin û li Sûriyeyê jî rejîma Esad hê li ser piyane. Bi derketina DAIŞ’ê re îtîbara Îslamiyan zirarek mezin dîtiye, çeteyan xeyala Erdogan ya dixwest ‘xelîfetiya Îslamî ji nû ve ava bike’ jî ji holê rakirine.”
Samed da zanîn ku Erdogan êdî di nava Mislimanan de îtîbara xwe winda kiriye û got: “Hemû civakên Ereb ji bilî birayên Misliman hemû dûr ketin. Bi hinek ciwanên Tirk re dixwaze teza Îslamî bihêle. Erdogan hê jî aliyên ku li Elmanyayê wî diparêzin, di zorê de dihêle. Li gorî vê kesên piştgiriyê didin Erdogan jî, piştî gotinên Erdogan baweriya wan pê dike.
BI PUTÎN RE BIRAYÊ RUH E
Birayê xwe yê rûh Sultanê otorîter yê Rûsyayê Putîn li qesra xwe ya nû dike mêvan. Du mirovên nexweş ên ku xwe wek qehreman nîşanî gelê xwe didin. Her du jî dixwazin împaratoriyên berê ji nû ve ava bikin. Her du jî ji ber vê yekê welatên xwe feda dikin.
Tişta herî baş a ku bê serê Erdogan ev e ku ya divê YE bi awayekî fermî jêre bêje na, an jî divê ji NATO’yê bê avêtin. Bi vî awayî wê Erdogan li hemû cîhana Îslamî wek qehreman bihata pîrozkirin.
Erdogan çiqas hikûm bike bila bike, hê ji niha ve çûye. Wî şansê xwe winda kir. Bi têkiliyên xwe yên Rojava-Rojhilat dikarîbû gelek tişt bikira, lê ew bû mehkumê nêrîna Îslamî ya cîhanê.