Erdogan di provokasyona qereqolê de bi biryar e

Erdogan di provokasyona qereqolê de bi biryar e

Li daxuyaniyên sosret ên rayedarên dewletê yên der heqê komkujiya Licê de, yeka din zêde bû. Piştî qeymeqamê Licê û Waliyê Amedê, vê carê ji Serokwezîr Erdogan heqaret li gelê Kurd kir û bi îddîa "bûyera li Licê, bûyera esrarê ye" hewl da komkujiyê binixumîne.

Serokwezîr Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentê de der heqê êrişa leşkerên Tirk a li dijî girseya de ku di encamê de ciwanekî Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn, weha peyivî:

"Çavkaniya bûyera Licê, bûyera esrarê ye. Ev bûyer xwe dispêre mijara esrarê. Kalekol, qereqol, vana hemû çîrok in. Emê qereqolên hîn ewle çê bikin. Çima? Ji bo ewlekariya welatê me. Ji bo vê yekê jî, em ji hin partiyên siyasî yan jî rêxistinan, destûrê nagirin."

Erdogan diyar kir ku "pêvajoya çareseriyê" wê dewam bike û got, "Dewleta Komara Tirkiyê, heta ferdê xwe yê dawî, wê welat, milet, sînor, al û rûmeta xwe biparêze."