Erdogan: Di 24 saetan de ev kar wê biqede

Erdogan: Di 24 saetan de ev kar wê biqede

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da xuyakirin ku ji bo bidawîkirina berxwedana Parqa Geziyê, wî ferman daye Wezîrê Karên Hundur û got, "Di nava 24 saetan de ev kar ê biqede."

Erdogan bi şandeyek ji Konfederasyona Senatkar û Esnafan a Tirkiyê (TESK) re hevdîtinek kir.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, Erdogan dîmenên çalakiyên piştgiriya bi berxwedana Parqa Geziyê yên li Enqere, Hatay û Îzmîr bi sînevîzyonê nîşanî esnafan daye û ev tişt gotiye:

"Di hemberî kulmê, bersiva bi kulmê. Ji niha û pê ve hêzên ewlekariyê wê gelekî cûda tevbigerin. Pêwistiya me bi mejiyekî ji derveyî welat nîne. Mirovên me jê re digot one minute, niha ji ber vê rewşê kêfxweş in. Bila esnaf hişyar be. Lobiya faîzê li ser kar e. Min ferman da Wezîrê xwe yê Karên Hundur. Ev kar wê di nava 24 saetan de biqede."