Biryara xistina balafira Rûsyayê ne bûyereke ku ji nûşkê ve çêbibû ye. Du hefteyan berî pêkhatina bûyerê bi biryara Serokkommarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan telîmata amadekirina raya Tirkiyê ji bo pêkanîna gaveke wisa hat dayîn. Ji bo vê yekê dîrektîvên pêwîst ji çapemeniya Tirk re hatin şandin. Sorkirina hemwelatiyan li hember Rûsyayê bi rêya agahiyên qaşo balafirên rûsyayî turkmenên sivîl qetil dikin, mehelefeta nerm dikujin, "parastina rejîma kujer a Esad" dikin û her wek din bingeheke civakî dihat amadekirin.
Li gor plana Erdogan diviyabû di encama lêdana li balafira leşkerî ya Rûsyayê de balafir biketa ser axa Tirkiyê. Vê rewşê ewê heta dawî ji bo reşkirin û astengkirina operasyonên Rûsyayê ya li dijî komên terorîst ên herêmên Lazqiya, Îdlîb û Helebê, bi kar bianiya û di heman demê de wek binpêkirina sînorên Tirkiyê (NATO) yên hewayî pêşkêş bikira. Di rewşa ku balafir li ser axa Sûriyê ket hemleya R.T. Erdoxan vala derket û di mijara îqnakirina raya cîhanî tu têkarî neda, heta berovajî bi encam bû.
Di heman demê de Erdogan li bendê bû ku hêzên hewayî yên Rûsyayê wê heman bersiv bidin êrîşa jetên Dewleta Tirk. Bi vê yekê ve hedefa duyemîn diviyabû pêk bihata, Rûsya û NATO wê rûbirû bihatana hîştin. Ev yek jî wê pêvajoyeke bi nakok di navbera Rûsya û NATO de bidaba destpêkirin û di dawî de neçar bikira ku Rûsya ji planên xwe yên li Sûriyê vekişe yan jî herî kêm tavîzan bide.
Piştî pêkhatina van planan Tirkiye wê li ser bingeheke xweçêkirî bi sedema ewlekirina Dewleta xwe (û NATO) ordiya xwe bişanda bakurê Sûriyê ji bo ew herêma bi dirêjiya 98 kîlometre bike bin kontrola xwe. Ji xwe li herêmên Îdlîb û Helebê nêzîkî 7 hezar hemwelatiyên Tirk şer dikin, beşek ji wan endamên Paritya Tevgera Netewperest (MHP) ye, beşek jî leşker û îstîhbarata Tirk e.
Mijara din a ku R.T. Erdogan pir tengezar dike astengkirina ticareta bi DAIŞ'ê re ye. Êrîşên balafirên rûs ku li konvoyên petrolê dixin û darbeyeke mezin li qezenca ji firotina nefta qaçax ku keça R.T. Erdogan ser disekine, dixin. Niha R.T.Erdogan lez daye bikaranîna axa bin kontrola Hukumeta Herêma Kurdistanê, ku di wir re rêyeke alternatîv a firotina petrola DAIŞ'ê derbas dibe.