'Erdogan berjewendiyên welat û malbatî tevlîhev dike'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser wê yekê ku AKP ji nerazîbûnên li ser êrîşa li dijî Efrînê ditirse û ji ber vê yekê qirkirina siyasî dike.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen derbarê êrîşên li ser Efrînê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Bîlgen êrîşên li dijî Efrînê rexne kir û girtina rêveberên HDP'ê û rojnamevanan nirxand. 

BAL KIŞAND SER NAKOKÎ Û DEREWAN

Bîlgen ev nirxandin kir:

"Wateya vê pêvajo, êrîş û operasyonê çi ye? Em nikarin fêhm bikin. Armanca bingehîn gelo parastina çeteyên artêşa azad e û pêkanîna serdestiya wan e, yan jî gelo li hember Tirkiyê xeteriyek heye û wê çeteyên artêşa azad piştgiriyê bidin Tirkiyê? Daxuyanî gelekî bi nakok in.

BILA EŞKERE BIKIN; LI KU DERA EFRÎNÊ DAÎŞ HEYE?

Derbarê hedefa êrîşan de jî nakokiyên mezin li holê ne. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk dibêje ku DAÎŞ hedefa wan e. Li ku dera Efrînê DAÎŞ heye? Heke derbarê vê de daxuyaniyek were dayin wê baş bibe. Wê raya giştî jî hîn bibe.

Wilo dixuyê ku Artêşa Tirk kefîlê çeteyên Artêşa Azad e. Naxwe wekî din tê nîqaşkirin ku Çeteyên Artêşa Azad çekên digire difroşê deverên din û binpêkirina wan a mafên mirovan di rojevê de ye. 

Yek ji nakokiyên din jî derbarê roketên davêjin Kîlîsê û Reyhanli ye. Mesafeya ev çek dikarin bavêjin çiqas e? Heke ji ku derê biavêjin wê bighêjê van deran? Rojekê wê derkevê holê bê kî li heremên nêzî Reyhanli û Kîlîsê dimînin.

'EM Ê NEBIN HEVKARÊ VÎ SUCÎ'

Berjewendiyên welatekî bi berjewendiyên şîrket, cemeat, partî, malbatî tevlî hev bûbin, bila kes ji me hevî neke ku em li ser navê welatparêziyê hevkarê sucekî bikin. Wê Tirkiyê bedela tevlîhevkirina karên dewlet û cemeatê gelekî giran bide. Ji ber wê ber kes nekeve nav hewldanên ku me tevî hesabên biçûk ên kom an jî malbatî bikin. Wê HDP berdewam ji bo başiya civakê di nav hewldanê de be. Her wiha wê li hember hewldanên ji bo welat xeternak jî bisekine.

'HIKUMET JI ROJNAMEVANAN DITIRSE'

Peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî, her wiha beşeke hiqûqa hindurîn in jî. Li gorî peymana ku Tirkiyê sala 2003'an erê kir, propagandaya şer û parastina dijminahiyê qedexe ye. Li gorî madeya navborî 'her awayê propagandaya şer ji aliyê hiqûqî ve qedexe ye'. Lê parastina aştiyê qedexe nake.

Lê bêlê wilo xuya dike ku ji kesên aştiyê diparêze gelekî ditirse. Ji ber ve yekê weke ku artêşek di mala wan de hebe, bi ser malên wan de digre, deriyên wan dişkîne û wan digrê bin çavan. Nurcan Baysal, Hayrî Demir, Sîbel Hurtaş û hê gelek mirovên ku di tevna civakî de rojnamevaniyê civakî dikin bi vê rê û rêbazî hatin ragirtin. 

'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ DERBAS BIKIN'

Zextên li hember partiya me, binçavkirin û girtin dewam dikin. Li Sêrt û Bismilê girtin ser avahiyên partiya me. Îzmîr û Aydinê hevserokên me yên bajêr hatin ragirtin. Li Enqerê endamên meclîsa partiya me hatin ragirtin. Der barê parlamenterê me Nadîr Yildirim de bi binpêkirina hiqûqê, biryara girtinê hate dayin. Parlamenterê me Nadîr Yildirim beriya niha ji xwe ji dosyaya KCK'ê 5 salan ahtibû girtin. Lê niha rabûn ji wê dosyayê navek derxistin, gotin ji ber Efrînê ye û bi vî rengî ji ber sedemeke cuda careke din biryara wî dan. Em ê vê pevajoyê derbas bikin. HDP'ê wê karibe vê pêvajoyê derbas bike."