Erdal Eren û hevrêyên wî hatin bibîranîn

Erdal Eren ê 12’ê Îlonê ji aliye derbekarên leşkerî ve temenê wî hate mezinkirin û bidarve kirin li gel hevrêyê wî Sînan Suner û Ercan Koca li ser gorê wan hatin bibîranîn.

Erdal Eren ê 17 salî ku piştî temenê wî ji aliyê darbekarên 12'ê Îlonê ve hat mezinkirin û hat darvekirin û hevalên wî Sînan Suner û Ercan Koca, di salvegera 39'emîn de qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Bîranîn, li Goristana Karşiyaka pêk hat. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Serokê Federasyona Şoreşgerên 78'an a Enqereyê Huseyîn Esenturk, Kekê Eren Erkan Eren, Xwişka Ercan Rezan Koca tevlî bîranînê bûn.

Di bîranîna ku bi rêzigrtinê destpê kir de Serokê Federasyona Şoreşgerên 78'an a Enqereyê Huseyîn Esenturk, axaftinek kir û ev tişt got: "Piştî 39 salan, em ji bo ku rêzdarî, hezkirin û birîkirinên xwe pêşkêş bikin li ber serê Erdalê xweşewîst li hev ko bûne." Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî axaftinek kir û diyar kir ku hişmendiya ku Eren qetil kir hê jî hebûna xwe didomîne.