Erdal Eren li Îzmîrê hat bîranîn
Erdal Eren li Îzmîrê hat bîranîn
Erdal Eren li Îzmîrê hat bîranîn
Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylul (DEU), Erdal Eren ê di 17 saliya xwe de hat darvekirin bi bîr anîn.
Ciwanên Kedê yên Zanîngeha Dokuz Eylul, ji bo Erdal Eren ê di darbeya 12'e Îlonê de ku di temenê xwe yê 17 salî de hat darvekirin, li Kampûsa Dokuzçeşmeler merasîmeke bîranînê li dar xistin. Zelîha Dogan a di merasîmê de axivî got, "Mirina ku ji Erdal Eren re heq dîtin, îro her yek ji me kiriye Erdal Eren."
Parêzer Hasan Huseyin Evîn jî, bêhuqûqiya li hember Erdal Eren bi bîr xist û wiha got, "Erdal Eren xwe wek komunîstekî dîtiye û di nav têkoşîna karkeran de cih girtiye."
Merasîm bi pêşandana Şanoya Îzmîr Yenîkapi bi dawî bû.