Erdal Eren li Beşîktaş’ê hat bibîr anîn
Erdal Eren li Beşîktaş’ê hat bibîr anîn
Erdal Eren li Beşîktaş’ê hat bibîr anîn
Lise-Der’ê Erdal Eren yê 17 salî ku pêş 33 salan di dema derbeya 1980’an de hat darvekirin li Beşîktaşê bibîr anîn. Endamên Lîse-Der’ê yên ku di destê wan de posterên Erdal Eren heyîn ji Meydana Beşîktaşê heye Heykelê Kartal meşiyan ji sîstema ku hewildide ciwanan bêdeng bike bersiva “hemû demê em 17 salîne” dan.
Endamên Lise-Der’ê ku di destê wan de pankarta weke “Hemû demê em 17 salîne, Erdal Eren bê mirine” û dovîzên “Em hemû Erdal Erenîn, bi kuştinê xilas nabîn” ji Meydana Beşîktaş heya Heykelê Kartal meşiyan. Endamên Lise-Derê li pêş Heykel ji bo şehîdên tekoşînê deqeyek rêzgirtin pêk anîn û dirûşmeyên weke “Şehîdên Şoreşê bê mirinin”, “Erdal Eren bê mirine”, “Dewleta kujer wê hesabê bide” û “Soza me ji bo Erdal şereş wê pêk were” qêriyan. Di bîranînê de ku stranên şoreşê hatine gotin daxuyanî jî Burak Kiper xwend.
BERSIVA HERÎ BAŞ JI BO AKP’Ê BERXWEDANA GEZÎ BÛ
Kiper ku bi bîr xist hemû ciwanên ku lêpirsîn dikin, fikiran di afirînin û siyasetê dikin hemû desthilatdarî jê ditirsin û bal kişande ser ku desthilatdarên ku ditirsin hemû demê hewil didin ciwanan bi tûndî, qedexeyan û cezakirinê bi çewisînin. Kiper got ku bi vê zihniyetê di demê derbeya 1980’an de xwendekarê amadeyî Erdal Eren hate qetil kirin û wiha dewam kir: “Li rexmê ku Erdal Eren 17 salî jî bû temenê wî hat mezin kirin û darve kirin. Sedemê darvekirina wî tenê ji ber ku ji Erdal Eren û Erdal Erenan di tirsiyan bû.”
Kiper ragehan ku piştî derbeya 1980’an xwestin ku bi qedexeyan ciwanan ji siyasetê dur bixin û hewildanên bi tûndî û bêdeng kirinê pêk anîn û bal kişande ser ku di roja îro de berdewam kerê vê zihniyetê hikûmeta AKP’ye hewildide li dibistanên amadeyî û zankoyan vê qedexweyê berdewam bike. Kiper ku diyar kir bersiva herî baş a ji hikûmeta AKP’ê re hatiye dayîn Berxwedana Parqa Gezî ye û wiha dewam kir: “Di dema ku em ji bo welatekî azad û demokrat daketîn qadan di çalekiya Gezî de di herî pêş de xwendekarên amadeyî û zankoyan cihê xwe digirt. Gezî nîşanî me da ku hûn ne dikarin ji gotinên di derbarê rojeva welat de dûr bixin û nejî dikarin ji daxwazên wan yên heq paşde bixin.”
EM HEMÛ DEMÊ 17 SALÎNE
Kiper got ku “tekoşîna Erdal Eren niha jî bi mere berdewam dike” û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rûnahiya 17 findên ku em pê xistine, tîrêşên tekoşîna Erdal Erenin. Tekoşîna ku wî ji bo welatê xwe meşandî pêşiya me rûhnî dike. Em bangî zihniyeta ku Erdal Eren darve kirine dikîn û bersiva sîstema ku hewildide ciwanên dibistanên amadeyî bêden bike didîn. Em hemû demê 17 salîne.”