Erbey 'Xelata Tucholsky' diyarî berxwedana Kobanê kir

Erbey 'Xelata Tucholsky' diyarî berxwedana Kobanê kir

Parêzvanê mafên mirovan Mûharrem Erbey ê hêjayî 'Xelata Tucholsky' ya PEN a Swêdê ya sala 2014'an hat, di merasîma li Stockholmê de ku Wezîra Çandê a Swêdê Alice Bah Kuhnke jî lê amade bû axivî û anî ziman ku ew vê xelatê li ser navê girtiyên siyasî yên li girtîgehan digire û diyarî berxwedana Kobanê dike.

Merasîma xelatê ya di "15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên li Girtîgehê" de pêk hat û pêşkêşiya wê ji aliyê Nivîskar Eric Schuldt ve hat kirin, bi lêdana piyano û berhema vîolîn a bi navê "Azad lê bi tenê" ya bestekarê navdar Johannes Brahms û hunermendên Swêdî Anders Lageqvist û Mats Widlund destpê kir.

Piştî ku nivîskara Swêdî Krîstîna Sandberg, nameya Erbey a li ser poerasyonên KCK'ê, mercên girtîgehê û neheqiya li dadgehê ji girtîgehê şandibû bi zimanê Swêdî xwend, Serokê Kulûba PEN a Swêdê Ola Larmsmo li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.

Nivîskar Firat Cewherî, ku li ser navê PEN a Swêdê weke çavdêr beşdarî rûniştinên doza 'KCK'ê yê li Amedê bû, di axaftina xwe ya li merasîmê de çavdêriyên xwe bi beşdaran re parve kir.

WEZÎRA ÇANDÊ YA SWÊDÊ BI KURDÎ AXIVÎ

Piştre Erbey dawetî ser dikê hat kirin û xelata wî ji aliyê Wezîra Çandê ya Swêdê Alice Bah Kunke ve hat dayîn. Kukhnke, destpêkê bi Kurdî dûre jî bi Swêdî got, "Ji ber ku bi xebatên zimanî û civakî, bi navgînên aştiyane zimanê xwe û mafê çandî yê hindikahiyan parastiye" Erbey hêjayî xelatê hatiye dîtin û anî ziman ku ew pê serbilind e ku xelatê bi xwe radestî Erbey dike.

Erbey jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, zext û êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li hemberî Kurdên li Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku ew xelatê li ser navê hemû girtiyên li girtîgehan digire û diyarî berxwedana Kobanê dike.

Erbey di axaftina xwe ya bi zimanê Kurdî de, bi xebatên xwe yên beriya ragirtinê di bin sîwanê Komeleya Mafên Mirovan de dimeşand û jiyana xwe ya li girtîgehê bi kurtasî anî ziman. Erbey diyar kir ku ew ê beşa dawî ya axaftina xwe jî, ji bo biratiya gelên Kurd û Tirk bi tirkî bike.

Erbey bibîr xist, ku di nava 200 salên dawî de, bi raperîna 29. a bi pêşengiya PKK'ê re, hem Tirkiye, hem Rojhilata Navîn, hem jî cîhan der barê pirsgirêka Kurd de bûne xwedî agahî.

DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE HIKÛMETÊ HÎNÊ GAVEK NEAVÊTIYE

Erbey di dewama axaftina xwe de ragihand ku her çend ew û piraniya hevalên wî yên di doza KCK'ê de hatine darizandin hatine berdan jî, hînê li girtîgehê gelek girtiyên siyasî hene û ji van 624 jî bi nexweşiyên giran ketine. Erbey got, "Her sal der dora 200 mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Di pêvajoya aştiyê ya beriya 2 salan destpê kir, hikûmetê hînê gavek neavêtiye. Ti ji biryarên di hevdîtinên li Îmraliyê de tên girtin, bicih nayên anîn. Hevdîtina Ocalan a bi parêzeran qedexe ye. Bi malbata xwe re nikare bi têrkerî hevdîtinê bike. Hikûmet bi israr hewl dide tevgera siyasî ya Kurd dîzayn bike. Girîng e dewleta Tirk dest ji hewldanên veguherandina nûnerên gelê Kurd ên li pêşberî xwe berde û li daxwazên wan guhdarî bike. Divê hikûmet li ser biratiya gelan û afirandina mercên jiyana bi hev re ya her du gelan, biryaran bistîne."

ÎNKARKIRINA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li dû merasîma xelatdayînê Wezîra Çandê ya Swêdê Alice Bah Kuhnke ji bo pirsa me ya li ser êrîşên li Tirkiyeyê yên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê, destnîşan kir ku mîna li her devera cîhanê li Tirkiyeyê jî divê hurmet ji mafên mirovan re bê dayîn.

Kuhnke da zanîn ku ragirtina rojnamevanan li girtîgehan nayê qebûlkirin û ragihand, ku ji bo azadiya rojnamevanan li gel hewldanên PEN'ê wezîfe dikeve ser milê Hikûmeta Swêdê jî.

Li ser mijara pirsgirêka Kurd Kuhnke bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman: "Înkarkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, tiştekî tirsnak e. Ev mafekî bingehîn e û înkarkirina vî mafî ti carî nayê qebûlkirin. Mafê her mirovî heye ku ziman û çanda xwe bi pêş ve bibe. Ev ne cihê nîqaşê ye."