Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş ê li ser kampanya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wê 8’ê Sibatê ragihîna ji ANF’ê re nirxandin kir.
Erbaş ê diyar ku wê gavên bi hêz bavêjin û ji bo demokratîkbûna Tirkiye partiya wan xwedî cihekî taybet in.
Erbaş anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê li pey avakirina rejîmeke nû ye û diyar kir wê dest bi pêngavek nû bikin. Erbaş got: “Dest bi pêgava yekem a kampanyayek ku wê 4 mehan dom bike , dikin. Dixwazin dest bi pêngaveke demokrasî û siyasî ya nû bikin. Bloka AKP-MHP’ê dixwazin rejîmeke nû ava bikin û bi vê yekê dengê hemû muxalefetê qût bike.”
Erbaş da xuyakirin ku ji gelek aliyan ve êrîşî HDP’ê dikin û wiha pêde çû: “ Li ser hemû muxalefeta siyasî û civakî êrîşeke topyekûn heye. Nûqteya êrîşan partiya me ye. Di demekê de ku dixwazin bi temamî partiya me tine bikin, me pêwîst dît ku bersivek bidin van êrîşan. Tevî hemû êrîşan berxwedaneke demokratîk û sivîl pêk bînin, bi hêza hevpar a gel re bi pêngaveke nû re dest bi çalakiyan bikin.
Erbaş bal kişand ku wê greva birçîbûnê û tecrîd sernavên esasî yên kampanyayê be û wiha domand: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Li ser vî bingehî wê grevên biçîbûnê û tecrîd mijarên me yên esasî bin. Ya tê tecrîdkirin ne Birêz Ocalan, vîna gelê Kurd e. Tecrîd li Tirkiyeyê bûye sîstemeke ya rêveberiyê û taknîkeke ya desthilatê.”
Erbaş bibîr xist ku divê êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û got: “Êdî demê azadiya Birêz Ocalan hatiye. Êdî kampanyayek ya divê êdî azad bibe heye. Wê di kampanya me de nîqaşên divê azadiya Birêz Ocalan bê nîqaşkirin û dîsa biryarên saziyên navneteweyî jî di kampanyayê de bê girtina dest.”
Erbaş destnîşan kir ku partiya wan partiya sereke ya muxalefetê ye û got: “HDP rola muxalefeta esasî dilîze. Tevî hemû êrîş û kampanyayên reşkirina muxalefet û partiya wan her diçe bihêz dibin û rêya xwe didomîne. Mijara girtina partiyê zêde me eleqedar nake. Lê di wê hêviyê de ne ku tevgerekî siyasî ya ku pişta xwe dide hêza xweser a gel wê bi girtin û mijarên cihê yên mîna wê zeîf nebin.”
Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş herî dawî diyar kir ku ew dixwazin bi muxalefeta civakî re hevpar tevger bikin.