Eqîl: Divê Tirkiyê dev ji hedefgirtina rojnamegeran berde

Weqfa Aşitî, Geşedan û Mafê Mirovan MAET’ê girtina rojnameger Altan Tan û Nazlî Ilicak ên dadgeha Tirkiyê biryara berdana wan dabû û piştî hefteyekî dîsa ew girtin, şermezar kir.

Rêveberê Weqfa MAET’ê Eymen Eqîl li ser malpera fermî ya wexfê li ser mijdarê daxuyaniyek da û ev got: “Rexmê ku dadgehê biryara berdana wan dabû û piştî hefteyekî dîsa bi şertê kontrola edlî ev girtin, ew yek berevajî peymanên navdewletî û peymanên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine îmzekirin.”

Tan û Ilicak di Tîrmeha 2016’an de bi hinceta ku tevlî darbeya leşkerî a 15’ê Tîrmehê ya heman salî bûne hatibûn girtin. Rayedarên Tirkiyê ew weke hincetekê ji bo tepisandina azadiya derbirîn û ramanê û kontrolkirina raya giştî bikar tîne. Sala 2018’an dadgehê biryara sizaya heta hetayî ji bo wan dabû û dadgeha temyîzê jî biryara berdanê red kir.

Rêveberê MAET piştrast kir ku kiryarên bi vî rengî êrîşê li ser azadiya raman û derbirînê dikin û ev li dijî rêgezên navnetewî ye. Her wiha binpêkirineke eşkere ya xala 19’emîn yê peymana navnetewî ya li ser mafên sivîl û siyasî û bendên 2,3 û 19 ên daxuyaniya cîhanî/gerdûnî ya mafên mirovan e.

Di heman çercoveyê de Eqîl destnîşan dike ku ev biryar zirarê dide pêbaweriya dadwerî ya li Tirkiyê û eşkere dike ku di nav biryarên dadwerî de destwerdanên siyasî heye.

Eqîl herî dawî ev got: “Tirkiye di girtina rojnamegeran û çelekvanên ramanê de di rêza yekemîn de ye, nêzî 170 rojnameger û xebatkarên reghandinê bi hinceta ku terorîst e di girtîgehan de ne. Her wiha ji 180 welatên di rêza ku rêxistina rojnamegerên bê sînor amade kirî de di rêza 157an de cihê xwe digire.”