Enqere ji ber meseleya Îdlîbê tengijiye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser rêya Soçiyê ye. Enqere ji ser çeteyên li Îdlîbê bazariyan dike û di rojên dawîn de alîkariya çekan a ji bo çeteyan zêde kir. Çeteyên li Helebê jî vexwend Îdlîbê.

Rejîma Sûriyeyê tevî tifaqên xwe amadekariya xwe ya ji bo Îdlîbê didomîne. Beriya operasyona mezin êrîşên pêşîn dest pê kir. Rejîma Sûriyeyê di rojên dawîn de êrîşên xwe yên hewayî yên li herêmê zêde kir.

Enqere û hikûmetên welatên rojava hewl didin operasyonê bidin sekinandin. Welatên rojava bi hinceta ‘kareseta mirovî’ bi fikar in ku ji ber êrîşan çete werin welatên wan. Enqere ya ku fînansoriyê ji çeteyan re dike jî ji bo hebûna xwe ya li Îdlîbê têkiliyên xwe zêdetir kir.

HEVDÎTINA LI SOÇIYÊ

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din berê xwe da Soçiyê. Vê Duşemê Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ew ê bi hev re bicivin. Serokkomariya Tirkiyeyê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li ser têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re û li ser geşedanên li Sûriyeyê hevdîtinekê bikin.

Enqere hewl dide operasyona li Îdlîbê derengî bixîne. Hê ne diyar e ku li hemberî vî tiştî ew ê çi tawîz were dayîn lê fikarên Enqereyê roj bi roj zêdetir dibin.

Erdogan piştî gera xwe ya li Azerbaycanê pirsên rojnamevanan bersivandibû û gotibû: “Li Îdlîbê heke rewş wisa bidome, ew ê encamên xwe yên giran çêbibe. Divê tevî Rûsya û hêzên koalîasyonê em çareseriyekê bibînin.”

ENQEREYÊ PIŞTÎ CIVÎNA LI TEHRANÊ ŞANDINA ÇEKAN ZÊDETIR KIR

Erdogan ji aliyekî ve dibêje operasyona li dijî Îdlîbê ew ê ‘karesat’ be û ji aliyê din ve jî çekan ji çeteyan re dişîne. Li gorî nûçeya Reûtersê dewleta Tirk di rojên dawî de şandina çekan zêdetir kiriye.

Rayedarekî çeteyên bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ ji Reûtersê re axivî û got ku; “Tirkan ji bo şerekî demdirêj soza piştgiriya leşkerî dan.” Heman kesî diyar kir ku Tirkiyeyê cebilxane û roketên Gradê jî dane wan.

DEWLETA TIRK ÇETEYÊN LI HELEBÊ VEXWEND ÎDLÎBÊ

Artêşa Tirk hefteyek e hêzên taqwiye û çekên giran ji 12 bendên çavdêriyê yên li Îdlîbê re dişîne. Li gorî Reûtersê Tirkiyeyê xwestiye ku çeteyên li Helebê jî biçin eniyên li Îdlîbê.

Erdogan dixwaze ku operasyon bi tenê li ser Tahrîr El Şam be ya ku El Nûsrayê ew ava kiriye. Hê ne diyar e ku Pûtîn ew ê vî tiştî qebûl bike yan na.