Endamê Komîteya Navendî ya PKK Qasim Engîn derbarê ragihandina Tirkiye de ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.
Engîn anî ziman ku ew bawer nake li cîhanê ragihandineke weke ragihandina Tirk ketî û êrîşê rastiyan bike hebe û got, "Ji her kesî zêdetir ê xwînê dixwaze ev ragihandin e. Sekna ragihandina Tirk wekî kujeran e. 24 saetn ji kuştina Kurdan re li çepikan dixe."
Engîn rûpelên tarî yên ragihandina Tirk vekir û wiha pê de çû, "Vê ragihandinê li hemberî gelê Kurd her tim karê kontra kiriye û îro jî ev yek derxistiye asta herî jor. Me van li geliyê Zîlan li Agiriyê dîtiye. Em wan baş nas dikin. Ji bo kuştina 15 hezar mirovên sivîl li Geliyê Zîlan, ragihandina xwînmij bi gotina 'me nehişt yek giya jî şîn bibe' derketiye pêşberê cîhanê."
Engîn anî ziman ku ev ragihandin bi giştî olperest û nijadperset e û got, "Eger hûn temaşeyê ragihandina Tirk bikin hûnê bibin xwînmij e û dixwazin bi sedan Kurd bên kuştin. Ez îddîa dikim leşker jî ev qas xwînê naxwazin."
Engîn di dawiya axaftina xwe de xwe got, "Ji bo ku ti qirêj nebe, ji bo ku tu bikarî xwe biparêze û nebe kujer, pêwîst e tu li ragihandina Tirk temaşe neke. Ev ragihandin her derewan dike. Tevî ku zane wê sibe derewên wê derkevin jî."