Endustriya Fast-food zarokan bikar tîne

Endustriya Fast-food zarokan bikar tîne

Li gorî lêkolîneke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatiye kirin, cureyên xwarina bi lez a ku weke fast-food tê binavkirin, zarokên xizan an jî malbatên reşik, hedef digirin. Restorantên fast-foodê li aliyekî hewesên zarokan bikar tînin, li aliyê din jî berê wan dide xwarina bandoreke neyînî li tenduristiya wan dike.

Di lêkolîneke ji aliyê zanîngehên li eyaletên Arîzona û Illînoîsê hatin kirin de, xebatên promosyonê yên 6 hezar 716 bureyên xwarina fast-foodê hatin lêkolînkirin. Di lêkolînê de hat tespîtkirin, ku ji sedî 20 ê restorantên fast-food ên li DYA, zarokên ji malbatên xizan û reşik hedef digirin. Hat ragihandin ku xebatên bazarê (marketin) ên ji bo ban derdoran 'hevgirtî' nîne.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, ku restorantên fast-food di bazara xwe ya ji bo zarokên ji 2 heta 17 salî de, bi taybetî hewesa zarokan bikar tînin. Li gorî vê yekê pêlîstokên bi şeklê karakterên rêze fîlman û lîstikvanên navdar, kampanyayên roja ji dayikbûnê, bi giranî tên bikaranîn.

Bi beşa encamê ya lêkolîna ku hedefgirtina zarokan ji aliyê restorantê fast-foodê tê rexnekirin de tê gotin, "Li gorî van encaman, girîng e endustriya fast foodê, rêbaza bazara xwe ya li hemberî zarokan ku 'promosyona xwarina ne rast' dike, bisînor bike."

Li gorî lêkolîneke sala 2009'an, yek ji çar parên bazara endustriya fast-food a li DYA, yanî bi qasî 700 mîlyon dolarê wê, der heqê zarokand e ye. Nêzî nîvê vê budçeyê jî, ji bo pêlîstokên zarokan ên bi xwarinê re, tê xerckirin.