Endamên YDG-H’ê êrîşên li hemberî Rojava protesto kir

Endamên YDG-H’ê êrîşên li hemberî Rojava protesto kir

Endamên YDG-H li Colemêrgê ji bo ku bertekên xwe yên li dijî êrîşên li hemberî Rojava nîşan bidin çalakî pêk anîn. Polîsan êrîşê çalakiyê kir û pevçûn derket.

YDG-H li Colemêrgê bi armanc aku Şoreşa Rojava slav bike û êrîşên li ser Rojava şermezar bike çalakî pêk anîn.Ciwanên bi rupuş li taxa Pehlîvan hatin cem hev û di destê wan de meşala heta kawşaxa Otela Şenler meşiyan. Ciwanên di destê wan de al hebûn bê navber dirûşme berzkirin û pişt rê li trafîkê girtin. Ciwanên di rê de barîkat ava kirin û rastî êrîşa polîsan hatin.Ciwanan jî Molotof û fîşekên hewayî bersiv da wan.

Pevçûnan heta derengiya şevê berdewam kir.