Endamên KESK'ê di grêvê de ne
Endamên KESK'ê di grêvê de ne
Endamên KESK'ê di grêvê de ne
Karmendên cemaweriyê li Amed, Dîlok û Enqere bi daxwaza "ewlehiya kar û ucret" greva li dar xistin û çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku heke hikûmeta AKP'ê daxwazên karmendên cemaweriyê li ber çava negire dê têkoşîn berdewam bike.
AMED
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê têkildarî çalakiya greva rojekê ya tevahiya welat pêk tê li ber Lîseya Fatîhê ya Rezan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji Amedê silav ji berxwedana Parqa Gezî re" hate vekirin û slogana "Roj dê bê dewran dê vegere AKP dê hesabê bide gel" hate berzkirin. Endamê Lijneya Rêveber ê Egîtîm Sen'ê Hîkmet Kaçmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê hefteyekî geşedanên girtîn pêk tên û ew berxwedana gel silav dikin. Kaçmaz, anî ziman ku berxwedana Parqa Gezî dijminahiya demokrasî û kedê raxist ber çavan. Kaçan, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê berxwedana mîlyonan fêm nake.
DÎLOK
Platforma Şaxên KESK'ê ya Dîlok jî bi heman armancê ji Parqa Kirkayak hate ber avahiya AKP'ê ya Şahînbey meş li dar xist. Di meşê de têkildarî mijdarê de pankrat hatin vekirin û slogan hatin berzkirin. Piştî meşê Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yê Dîlokê Faruk Koç, daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên AKP'ê berdewam dike û berxwedana Parqa Gezî ya Taksîm li hemberî ve yekê pêk hat. Koç, anî ziman ku dewletê li hemberî daxwazên gel şer da destpêkirin û wiha got: "Tevahiya Tirkiyeyê di bin gefên bombeyên gazê de ne. Hikûmetê li hemberî daxwazên gel ên mafdar êrîşên dijmirovahî pêk anîn û em vê yekê şermezar dikin."
ENQERE
KESK'ê li Enqere jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Numune ya Enqere daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê SES'ê Çetîn Erdolu, Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Sekretera Giştî ya TTB'ê Beyazit Îlhan, Serokê Odeya Tabîban a Enqere Ozden Şener û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê rêxistinên pişe û tendûrîstiyê Serokê Giştî yê SES'ê Çetîn Erdolu daxuyanî xwend û bal kişand ser bûyerên hefteyeke li Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: "Berxwedana Parqa Gezî vegeriya tevgera gel. Ez hemû gelê me yê xwedî li pêşeroja xwe derketin silav dikim. Ez sersaxiyê li kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan didim."
BTS'ê jî li ber Gara TCDD'ê ya Enqere daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê BTS'ê Nazim Karakurt jî diyar kir ku ew berxwedana Parqa Gezî silav dikin.