Endamên ESP û SKM MYK hatin destgîrkirin

Endamên ESP û SKM MYK jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) û Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş û Ebru Yîgît jî di nav de 4 kes şeva 18’ê Tebaxê li Taxa Gaziyê li mala ku lê bûn hatin destgîrkirin.

Hate diyar kirin ku têkîldarî 4 kesên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê agahî nedane malbatên wan.

Hate hînbûn ku derbarê 4 kesan de sînordarkirina parêzeran a 24 saetan heye û li cihê ku polîsên mêr jî lê bûn lêgerîna tazî li wan ferz kirine û hate diyar kirin ku bê kemera li malê lêgerîn kirine.

ESP’ê bi daxuyaniyekî wiha got:

“Me êrîşan vala derxist, em ê careke din vala derxin. Ev sepanên tên meşandin ji girtina hesabên medya dîjîtal heya girtina partiyan, ji mudaxile kirina jiyanê heya qedexeyên mihrîcanan, weşandina biryarnameyên faşîst a li dijî ciwanên zanîngehan heya grevên karkeran û heya qedexekirina nobetên edaletê yên malbatên girtiyan, bi giştî polîtîkayên rejîma faşîst ên AKP’ê û MHP’ê ku dixwazin li welat bêdengiya goristanê ava bikin dûr nîn in.”

ESP’ê bang li raya giştî kir ku xwedî li kesên hatine destgîrkirin derbikevin.