Endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Ocalan li Hambûrgê meşiyan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşê ji Hachmannplatzê destpê kir û heta Jûngfernstîegê dewam kir. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê ya dîktator a bi pêşengiya Erdogan û bang li ciwanên Kurd hat kirin ku li peşberî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin bêdeng nemînin. Nûnerê Ciwanên Azad destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, bi ti rengî azadî bi dest nakeve.

Di dawiya meşê de Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer li Jûngfernstîegê axivî, wehşeta li Cizîrê hat kirin vegot û got, dewleta Tirk bi rengekî vekirî sûcê şer kiriye.

Meşê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

Li aliyê din, çalakiyên her ev demeke her roj li bajêr tên lidarxistin, wê dewam bikin. Li gorî plansaziya Meclîsên Gel ên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê, bi armanca şermezarkirina hikûmeta Elman a destekê dide hikûmeta AKP'ê, wê heta 15'ê Tîrmehê li gelek herêman mîtîng bên lidarxistin:

4'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Monckebergstrasse (Pêşiya Satûrn)

6'ê Tîrmehê, saet: 17:00, Çalakiya Edaletê, Altona

7'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Wîlhelmsbûrg

8'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Elmshorn

9'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Stade

11'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Lunebûrg

12'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Bîllstedt

13'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Langenhorner Markt

15'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Sternschanze