Endamê Meclîsa St.Gallenê Ay jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclîsa At.Gallenê Fatîh (Ziya) Ay ku 23 sal in Swîsreyê bû ji ber tumora di serê xwe de jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa At.Gallenê Fatîh (Ziya) Ay ku ev 23 sal in li bajarê St.Gallen a Swîsreyê dijiya îro sibehê jiyana xwe ji dest da.

Ay ku bi rêya xebatên YEK-MAL û FEKAR a ku bi xwe damezrînerê wê bû di rengdana çanda Kurdan de xwedî kedekî mezin e, ji bo ku fêrgehên zimanê Kurdî li Swîsreya Rojhilat fermiyet bi dest bixe hewl dabû. Ay bi salan e ji ber tumora di serê xwe de tedawî dibû. Cenazeyê Ay yê 50 salî û bavê du zarokan e, li ser daxwaza wî wê li Pasûra Amedê were veşartin.