Endamê Heyeta Şerîetê ya El-Nûsra hate kuştin
Endamê Heyeta Şerîetê ya El-Nûsra hate kuştin
Endamê Heyeta Şerîetê ya El-Nûsra hate kuştin
Endamê Heyeta Şerîetê ya Eniya El-Nûsra Rakan Ruşdî El Zobei û 2 kesên ku pê re bûn di encama teqînekê de hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh êvarê li gundê Sifeya yê başûrê Hesekê di malekê de teqîn pêk hatiye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama teqînê de endamê Heyeta Şerîetê ya Eniya El-Nusra Rakan Ruşdî El-Zobei û 2 kesên din hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne. Hate hînbûn ku birîndar rakirine bajarokê Til Birak. Hate gotin ku di nava kesên hatine kuştin de kesekî biyanî jî hebûye.
Çavkaniyan dan zanîn ku teqîn di mala kesê bi navê Ehmed Debaş El-Zobei de di encama bombeyeke ku bi destan hatiye çêkirin de rû daye.