Endama OSCE: Dibe ku bi 2.5 mîlyon dengan hatibe lîstin

Endama OSCE Alev Korûn, pêvajoya referandûmê ya li Tirkiyeyê nirxand û got, "Guman hene, ku pêkane bi 2.5 mîlyon dengan hatibe lîstin."

Nirxandina Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) li ser encama referandûma li Tirkiyeyê dewam dike. Endama OSCE ya ji Awûstûryayê Alev Korûn ragihand, ku bi qasî 2.5 mîlyon deng bi guman in.

Korûn bal bir ser zerf û dengên bê mohr û got, "Guman hene; d,be ku bi 2.5 mîlyon dengan hatibe lîstin. Sedema vê yekê jî ew e, ku li gorî qanûnan tenê zerfên fermî derbasdar in. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi rengekî li dijî qanûnan, qebûl kir ku zerfên bê mohra fermî jî werin qebûlkirin."

OSCE ku di çarçoveya pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê de çavdêr ji hilbijartinên li Tirkiyeyê re şand, duh civîneke çapemeniyê lidar xistibû û tespît kiribû, ku pêvajoya referandûmê li gorî pîvanên demokratîk nehatiye kirin.