Endama Grûp Yorûm Ekîn: Bi ser neketin

Endama Grûp Yorûm Dîlan Ekîn a di merasîma cenazeyê Îbrahîm Gokçek de dema hate destgîrkirin hate êşkencekirin û heqaret lê hate kirin got: “Xwestin li ser bedena Îbrahîm a 30 kîlogiram çavê Grûp Yorûm û hemû gel bitirsîne, lê bi ser neketin.”

Endama Grûp Yorûm Dîlan Ekîn li gel 16 kesan 8’ê Gulanê di êrîşa polîsan a li ser merasîma cenazeyê Îbrahîm Gokçek de hatibûn destgîrkirin. Ekîn a bi qedexeya derketina derve re hate berdan, pêvajoya 4 rojan a destgîrkirî ji ANF’ê re vegot:

Polîsan Ekîn a dema cenazeyê Îbrahîm Gokçek revandin û li ber deriyê morga Mala Cemê ya Gaziyê destgîrkirin, diyar kir ku li gorî bibin layîqî Îbrahîm Gokçek li ber êrîşan li ber xwe dan. Ekîn got: “Cenaze ji bo me rûmet e, keramet e û me xwedî li kerameta xwe derketin. Ji bo pêşiya êrîşê bigirin, me li ber deriyê morgê li ber xwe da.


4 ROJAN LÊ DAN Û HEQARET KIRIN

Ekîn bibîr xist ku ji ber ew xwedî li cenaze derketine 4 rojan êşkence û heqaret li wan kirine, diyar kir ku ji dema destgîrkir û şûnde polîsan bi dijûn ji wan re kirin û li wan xistine. Ekîn da xuyakirin ku tevî ji aliyê Şaxa Ewlekariyê ve hatibûn destgîrkirin, li nezaretên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re hatin ragirtin û bûyer wiha vegot: “Ji pişt ve em kelepçe kirin û bi pênan li me dan. Di otobusa hêzên çewîk de dijûnên nayên bilêvkirin ji bo me kirin. Di dema lêgerîna li ser me de, Bahar Ertûrk û Beyan Gun bi taybet sîstematîk êşkence kirin. Bi qasî saetekê li wan dan, destê xwe danîn ser qirika wan. Me hevalên mêr ên xwe nedîtin, lê dengên wan dihate me. Hevalê bi navê Firat Kil ji ser hişê xwe çû, rakirin nexweşxaneyê. Dîsa Elîf Teyar a nexweşa şekir bû, ji ber şekir û av negirt, ji ser hişê xwe çû û nerehet bû. Heta çûna me ya destavê jî girêdayî saetan kir. Me ev yek qebûl nekir. Bi taybet dema şopên tiliyên me girtin, em pir êşkence kirin. Berê ez ji duqatiyê ketibûm û li pişta min pilatîn tevî hebû, bi taybet polîs cih ku pilatîn lê bû, çoka xwe li ser danî û bi ser de didehfand.

JI BEDENEK 30 KÎLOYÎ TIRSIYAN

Ekîn destnîşan kir ku li dijî van pêkanînên dermirovî tevahî dema destgîrkirî ketin greva birçîbûnê, her çendî xwestin ku sûcek li ser me bidin sepandin lê bi ser neketin. Ekîn diyar kir ku li ser cenazeyê Îbrahîm gefan dikin. Ekîn bibîr xist ku roja cenaze anîn Mala Cemê ya Gazî bi sedan polîs û gelek otobusên hêzên çewîk bicih kiribûn. Ji bedena 30 kêloyî ya Îbrahîm tirsiyan. Ji bo wê êrîşî cenaze kirin, ji ber ku ew bedena 30 kêloyî dîroka 35 salî ya Grûp Yorûm hebû. Xwestin li ser bedena Îbrahîm a 30 kêlogiram çavê Grûp Yorûm û hemû gel bitirsîne, lê bi ser neketin.Em bi berxwedanê bi ser vê de çûn.Bila vê baş bizanin, wê Grûp Yorûm berxwedana xwe bidomîne.”